Meşa jinan a ji Bernê ber bi Strasbourgê ve, di roja 7. de bi qîrîna dirûşman dewam dike. Kurdistaniyên bi ruhê serketinê yê Kobanê re daketin qadan, daxwazên wan ên ji bo "Azadiya Ocalan-Azadiya Kurdistan" li bajarên Fransayê deng vedidin.
Meşa azadiyê ya bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) ve bi beşdariya 115 jin 145 çalakgeran, bi daxwaza "Ji Ocalan re Azadî-Ji Kurdistanê re Azadî" li paytexta Swîsre Bernê destpê kir, di roja 7. de dewam dike. Meşa îro ya azadiyê, danê sibê li bajarê Bennwir ê Fransayê destpê kir. Ji roja destpêkê ve du MLKP'yî destekê didin meşa azadiyê.
Çalakger bi wêneyên Ocalan, alên KJK, KCK, KJAR, YPJ û MLKP'ê reng didin her qada jê derbas dibin û bê navber dirûşmên ji bo azadiyê diqîrin. Meşvan li her cihê tê re derbas dibin, rastî eleqe û desteka derdorê tên.
Meşa azadiyê ya bi pêşengiya jinan dewam dike, di heman demê de Kurdistaniyên li ser rêgeha meşê jî seferber kiriye. Li dû meşa nava rojê, Kurdistanî dikevin nava hewldanan ji bo çalakgeran bikin mêvanê xwe.
Meşvanên ku di dema bêhnvedanê de sirûdên Rojava dibêjin û govendê digerînin, di dema meşê de jî bi enerjiyeke bê dawî stranên azadiyê distirên û dirûşman diqîrin.
Roja 7. a meşa azadiyê ya jinan, wê li bajarê Selestat ê Fransayê bi dawî bibe.