Bi pêşengiya jinên BDP’yî jinên cîhanê li Stenbolê civiyan

Bi pêşengiya jinên BDP’yî jinên cîhanê li Stenbolê civiyan

Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a BDP’ê, bi beşdariya jinên ji 26 welatên ji 4 parzemînên cîhanê, li Stenbolê di Civîna Jinan a Sosyalîst-Enternasyonalîst de civiyan. Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak di civînê de axivî û diyar kir ku ev hevdîtin dê feydeyek baş bide “ruhê xwîşkitiyê.” Seroka Jinên Sosyalîst-Enternasyonal Pia Lacatelli jî diyar kir ku dê jin bi rêya diyalogê bikarin dawî li pevçûnan bînin.

Bi pêşengiya Jinên BDP’yî, Civîna Herêmê ya Jinên Sosyalîst-Enternasyonal li Stenbolê bi sernava “ Jin pirsgirêkên xwe bi diyalog û gotêbêjan çareser dike” li Taksim Hill Otel pêk tê. Ji 26 welatên 4 parzemînan jin beşdarî konferansê bûn.

Jinên Sosyalîst-Enternasyonal, parlementerên jin ên BDP’yî, Seroka Baskê Jinan a CHP’ê jî beşdar bûn. Axaftina destpêkê ji aliyê Seroka Jinên Sosyalîst-Enternasyonal (SIW) Pia Locatelli ve hat kirin. Lacatti diyar kir ku ew bi malovaniya jinên BDP’yî li Stenbolê ye û destnîşan kir ku kir ku jin di çareserkirina pirsgirêkan a bi riyên diyalog û muzakereyan de dikarin rolekî pir mezin bilîzin û di vê mijarê de pir pêşketin çênebûye Locatelli ji bo vê jî mînak da ku heta niha tu jin ji aliyê NY'ê ji bo muzakeriyên aştiyê di asta jor de nehatiye peywirdarkirin. Locatellî got ku Buşra Ersanli her tim li hemberî tundiyê rabûye û wiha got:" Bi baweriya min, bi piştgiriya jinên Kurd dê pirsgirêk bi riyên aştiyane û diyalogê bên çareserkirin."

'KIŞANAK: PIRSGIRÊKA JINÊ Û PIRSGIRÊKA KURD BI HEV VE GIRÊDAYÎ NE

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî axivî û got ku pirsgirêka Kurd û pirsgirêka jinan bi hev re girêdayî ne û pirsgirêka jinan wekî pirsgirêkekî gerdûnî da pênase kir. Kişanak da zanîn ku çi ji devê serokwezîr derkeve dibe zagon û nîqaşên derbarê sezaryen û kurtajê weke tiştek xeter bi nav kir. Kişanak bal kişand ser girîngiya civînê û daxuyand ku dê ev civîn “ruhê xwişketiyê” pêş ve bibe û li ser polîtîkayên neo-lîberal rexneyên xwe anî ziman. Kişanak gotinên xwe wiha domand: "Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe, ne li Tirkiye û ne jî li rojhilata navîn aştî pêk nayê. Berdêla şer li Tirkiye û Kurdistanê herî zêde jin didin. Em wekî BDP bawer dikin ku pirsgirêk tenê bi riyên demokratîk û aştiyane çareser dibe. Tirkiye welatekî pir nasname ye. Hewceye hemû nasnameyan qebûl bike. Tirkiye welatekî pir ziman e. Pêwîst e, perwerdehiya zimanê bi zikmakî were qebûl kirin. Pirsgirêkekî raste rast bi demokrasiyê ve girêdayî ye."

'OCALAN ATKORÊ AŞITIYÊ YE'

Kişanak destnîşan kir ku ku dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha axivi: "Li vir ev 30 sal e şer heye. Em dixwazin ev şer bi riya diyalog û muzakereyan bibe. Li hemû cîhanê heman rê hate ceribandin. Niha hewceye pêvajoyekî diyalogê ya fermî were destpêkirin. Ji bo vê jî ji hemû jinan piştgiriyê dixwazin. AKP tu piştgiriyê neda. Di vê mijarê de aktorê herî girîng Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan e, lê li ser wî jî nêzî salek e tecrît tê meşandin. Divê ev tecrît rojek berê rojekî were rakirin. Divê derfet were amadekirin ku Birêz Ocalan rola xwe bilîze. Bila tecrît rabe û agirbestekî du alî pêk were."