Bi KADEM'ê dê keda jinê bi qîmet bibe û bazarê bibîne

Bi KADEM'ê dê keda jinê bi qîmet bibe û bazarê bibîne

Navenda Piştgiriya Jinê (KADEM) ku di bin baneya Şaredariya Sûrê de hatiye avakirin dê berhem û hilberînên ku bi keda jinê hatiye afirandin li pazara li pêş Mizgefta Mezin vekir bifiroşe. KADEM'ê bi vê projeyê jinên ku heta niha ji malê dernediketin derxistin kolan û bazarê.

Navenda Piştgiriya Jinê (KADEM) ku di bin baneya Şaredariya Sûrê de hatiye avakirin ji bo berhem û hilberînên ku bi keda jinê hatiye afirandin bê firotin, li pêş Mizgefta Mezin pazar vekir. Li vê pazarê dê berhemên destan yên jinan ku ji mefruşat, neqiş, gustîl, bazin, guhar, dirûn û hwd pêk tê bên firotin. Jinên ku li atolyeyên KEDEM'ê hatin perwerdekirin dê li vê pazarê berhem û hilberînên xwe derxin bazarê. Jin dê bi vê yekê dê hem debara xwe bikin û hem jî dê aliye xwe ye civakî peş bixin. Hîndekara Hunera Destan Nûrcan Delil, anî ziman ku dema wan di serî de atolye vekirin eleqe kêm bûn û niha her ku diçe eleqe zêde dibe. Delil, anî ziman ku jin bi vê pazarê dê debara xwe bikin û aliyê xwe yên civakî pêş bixin. Delîl, da zanin ku piştnî wan pasar vekir û dest bi firtinê kirin êdî fikir hatin guhertin û serlêdanên jinan zêde bûn.

Xwendekara KADEM'ê Hatice jî anî ziman ku, heta niha keda wan û berhemên wan nedihat dîtin û piştî berhemên xwe yên destan li bazarê derxistin firotinê edî bêtir keda wan bi qîmete.

Alîgira Şaredarê Sûrê Gulbahar Ormek jî bilêv kir ku, dema di sala 2009'an de şaredarî bi dest xistin rojê 50 - 100 jinan serî li wan didan û alîkariya pereyan dixwest û wiha got: "Lê ji ber ku rewşa şaredariyê li ber çavan bû me nikarîbû alîkariya pereyan bida. Li şûna alîkariya pereyan me projeya huner û berhemên destan ava kir û niha jî berhemên wan xuya dibe."