Bi hezaran jin li Antakyayê kom bûn
Li Antakyayê bi hezaran jin, di çarçoveya bernameya Meşa Jinê ya Cîhanê de li hev kom bûn. Jinên meş û mîtîng lidar xistin, jinên li Kobanê li ber xwe didin silav kirin.
Li Antakyayê bi hezaran jin, di çarçoveya bernameya Meşa Jinê ya Cîhanê de li hev kom bûn. Jinên meş û mîtîng lidar xistin, jinên li Kobanê li ber xwe didin silav kirin.
Li Antakyayê bi hezaran jin, di çarçoveya bernameya Meşa Jinê ya Cîhanê de li hev kom bûn. Jinên meş û mîtîng lidar xistin, jinên li Kobanê li ber xwe didin silav kirin.
Di çarçoveya Meşa Jinê ya Cîhanê (MJC) jinên Antakyayî li qada pêş Dibistanên Dogûş hatin cem hev û ber bi qada Ûgûr Mûmcû ve meşiyan. Jinan pankarta bi nivîsa "Jin Jiyan Azadî" ya bi pênc zimanan hilgirtin û dowîzên bi wêneyên Arîn Mîrxan, Kader Ortakaya, Sîbel Bûlût ên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, sê şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin bilind kirin. Di meşa ku jinên Ereb û Elewî bi kincên xwe yên gelêrî bal kişandin de, malbatên berxwedêrên li Gezî jiyana xwe ji dest dan, amade bûn.
Di mîtînga piştî meşê de li ser navê Piştevaniya Jinê ya Antakyayê Hatîce Can daxuyanî da û anî ziman ku ji bo li mal, kolanan, kargehan, di binê çavan û mercên şer de destdirêjî, destavêtin û şîdet neyê kirin, ew daketine kolanan û got, "Ji bo Ozgecanên din neyên qetilkirin em xwedî li jiyana xwe derdikevin û îsyana xwe xurt dikin." Dûre Sekretera KESK'ê ya Jinê Gulîstan Atasoy jî axivî û destnîşan kir ku heta hemû jinên li cîhanê azad bibin, ew ê têkoşîna jinê dewam bikin.
Seroka Giştî ya Malên Gel Oya Ersoy ji jinên li dijî çeteyên DAIŞ'ê li kolanên Antakyayê li ber xwe didin re axivî û got, "Em jin aştiyê dixwazin. Ji ber ku şer herî zêde zerarê dide jinan. Jinên Sûriyeyî li îşkence û tecawiza barbarên DAIŞ'ê rast tên."
Koordînatora Tirkiyeyê ya Meşa Jinê ya Cîhanê Yildiz Temûr, sedema lidarxistina meşa jinê vegot û got, "Hebûna me ya li vir rasthatinek nîne. Em ji cem jinên li ber xwe didin, tên. Me berxwedana jinên li Kobanê li ber xwe didin, gihand jinên li Antakyayê li ber xwe didin."
Piştî axaftinan Koroya Zarokan a Halkevlerî derket ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir. Koma Şano ya Jinan a Komeleya Jinê ya Piştevaniya Mor, li ser şîdeta li hemberî jinê lîstikek şano ya bi Erebî lîst. Koroya Jinê ya AKA-DER jî bi zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî û Ermenî stranên xwe pêşkêş kir.
Mîtîng bi konsera Pinar Aydinlar û gerandina govendê bi dawî bû.