BI DÎMEN

Bi hezaran jin ji bo 8’ê Adarê li Kadikoyê civîyan

Platforma Jinan a 8’ê Adarê li Kadikoyê bi hezaran jin gîhandin hev.

Platforma Jinan a 8’ê Adarê li Kadikoy a Stenbolê bi dirûşma “Li dijî xizanî, tundî, kedxwarî û şer têkoşîna me heye” bi hezaran jin gîhandin hev. Bi hezaran jin li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Kadikoyê civîyan. Jinên ku bi cil û bergên Kurdî tevlî civînê bûn rengekî nû da civînê. Jinan di civînê de bênavber li çepikan dan û lîlandin. Jinan li ber def û stranên Kurdî govend gerandin û gelek caran dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) dovîzên “Jiyaneke ku were qezenckirin heye”, “Jiyan bi zana re xweş e”, “Em ê cîhanê jinûve bihejînin” û “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” hildan. Di heman demê de jinan dovîzên ku gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Heqîqet eşq e, eşq jî jiyana azad e” hilgirtin. Di heman demê de dovîza “Heqîqet Rêbertî ye” jî bal kişand.

Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê jî pankarta “Rêya azadiyê jinên azad û rêya aştiyê jî ji Dayikên Aştiyê derbas dibe” vekirin. Dayikên laçikspî gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û gelek caran daxwazên xwe yên aştiyê anîn ziman.

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê jî pankarta “DEMA Jinan, Vîna Jinan, DEM Jiyan e!” hilgirtin. Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî pankarta “Mêr-dewlet ji serî heta binî tundî ye. Em ê teslîm nebin” vekir û di meşê de cih girt.

Komeleya Dema Jinan e jî li pêşiya Mizgefta Osmanaga bi pankarta “We gelek dema me xwar niha dema jinan e” vekirin û meşiyan. Jinan gelek caran dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Nameta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên jin û bi sedan jin tevlî meşê bûn. Girse her ku mezintir bû û dirûşm hatin berzkirin.

Piştî meşa dirêj, jin li cihê hevdîtinê gihiştin hev.