BI DÎMEN

'Bi guhertina Yasaya Kesî re dixwazin mejiyê DAÎŞ'ê rewa bikin, em qebûl nakin'

Suham Şengalî, têkildarê hewldanên ji bo guhertina Yasaya Rewşa Kesî ya li Iraqê got, "Dixwazin zîhniyeta DAÎŞ’ê rewa bikin. Ev pêşnûme qanûn wê kareseta civakî ava bike. Em ê li dijî vê pêşnûme qanûnê heta dawiyê têbikoşin."

Hêzên Şîa yên li Parlamenta Iraqê ji bo Yasaya Rewşa Kesî (Qanûna Medenî) pêşnûme qanûn pêşkêşî meclîsê kirin. Di pêşnûme qanûnê de mafê xwedîtiyê ji dayikan tê standin û ev yek jî rê li ber rewabûna zewaca zarokên 9 salî vedike. Hewldanên ji bo guhertina Yasaya Rewşa Kesî ya li Iraqê berdewam in û li dijî wê jî nerazîbûna jinên Iraqê û Êzidî didome.

Endama têkiliyên Derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Suham Şengalî, têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir, ku parlamenta Iraqê bi vê pêşnûme qanûnê re, dixwaze zîhniyeta DAÎŞ’ê rewa bike.

'DI ŞEXSÊ JINÊ DE DIXWAZIN CIVAKÊ QIR BIKIN'

Suham Şengalî got, “Hikûmeta Iraqê, dixwaze vê pêşniyara ku ji aliyê çend mêrên ku bi fikira Îslama radîkal xwe bi rêvedibin ve, li parlamenta Iraqê bide erêkirin. Ev pêşnûme qanûn nakeve berjiwendiya gel û jinên li Iraqê. Dixwazin bi vê biryarê re zarokên keç û civakê qir bikin. Di pêvajoyên dawî de li seranserî cîhanê jin bi dirûşme û felsefeya ‘Jin Jiyan Azad’ê rabûn serhildanê û bi serhildana xwe mohra xwe li dîrokê dan. Di demek wiha de, pêşniyara yasaya yekkesî ketina rojeva parlamenta Iraqî, ne tesadufiye. Em vê pêşnûme qanûnê, weke êrîşeke li dijî serhildanên jinan dibînin. Mêrên desthilatdar ji hêza jinê ditirsin. Ji ber vê êrîş dikin.”

'DIXWAZIN BI VÊ PÊŞNÛME QANÛNÊ RE ZÎHNIYETA DAÎŞ’Ê RAWA BIKIN'

Suham Şengalî, anî ziman ku ev pêşnûme qanûn dibe ku ji bo hin aliyan tiştek îfade neke, lê ji bo civakê wê bi xwe re kerasetek mezin ava bike û wiha domand, “Gelo eger zarokek di wê temenê de bizewice, wê çawa karibe zarokên xwe xwedî bike. Ev yek rê li ber pirzewaciyê vedike û metirsiyek ne ji rêzê wê bi xwere bîne. Li sersanserî Iraqê bi dehan baweriyên cuda dijîn. Ev pêşnûme qanûn di nava gelek civak û baweriyan de weke guneh û sûc tê dîtin. Mînak di nava civaka Êzidî de zewaca di temenê 9 salî de guneh tê dîtin. Em weke gelê Êzidî vê pêşnûme qanûnê ku tê nîqaşkirin napejirînin. Ji ber ku ferqa vê pêşnûme qanûn û zîhniyeta DAÎŞ’ê ji hev nîne. Dixwazin bi vê pêşnûme qanûnê zîhniyeta DAÎŞ’ê rewa bikin. DAÎŞ di fermana 2014’an de heman tişt anî serê jina û keçên Êzidî. Zarokên keç bi darê zorê li xwe mehirkirin û dan zewciandin.”

'EM Ê HEYA DAWIYÊ TÊBIKOŞIN'

Endama Têkiliyên Derve ya TAJÊ’yê Suham Şengalî, bang li tevahî jinan kir li dijî vê bêhurmetiya li hember xwe bêdeng nebin û got, “Em ê weka jinên Êzidî li kêleka jinên Iraqê li dijî vê pêşnûme qanûnê têbikoşin, heta ku tê betalkirin. Li seranserî cîhanê êşa jinan hevpar e. Ji ber wê heta dawiyê em ê li dijî van têbikoşin. Em bang li tevahiya jinên Îraqê û bi taybetî wekîlên jin ên Iraqê dikin, ku li hemberî vê bêhurmetiya li dijî jinan tê kirin bêhelwest nemînin û têkoşîna xwe xurt bikin.”