Bi dayîka Emîne ya Dugomanê re sohbeteke kurt

Bi dayîka Emîne ya Dugomanê re sohbeteke kurt

Bihara ku êdî bandora xwe da hîskirin, li ber konê mû dayîkek li ber çavên min dikeve. Ew û keçika ciwan ya ligel wê kar dikin. Di destê dayîkê de teşiya wê û heriyê (mû) dirêse..

Ez nêz dibim û navê wê dipirsim. Dibêje; Emîne Nebî. 9 zarokên Dayîka Emîne hene. Dayîka Emîne bi salane li ber vî konî heriyê dirêse, xwe dîtiye nedîtiye vî karî dike..

Dayîka Emîne temenê xwe nizane. Li gorî texmînê wê 50 ye. Keça wê 27 saliye, nezewiciye. Dayîka Emîne heriyê dirêse…

Ez jê dipirism tu çi dikî vî bendikî? Dayîka Emîne dibêje ku ew ji kon bi mû vî tayî dirêse. Piştî ku ev kir bendik îcar ji bo bike kon dê bi bike tevn. Dayîka Emîn ji temenê xwe yê biçûk heta niha vî karî dike..

Hun ji kîjan gundî ne? dibêje; Dugoman. Dubare dike weke ku hînê me bike, Du-go-man. Ez dipirsim; Hun dê kengî vegerin. Dema berfa ewil bibare dê biçin. Lê heta wê demê ji bo pezê xwe dê li vir bin. Nêzî 30-40 pezê wan heye. Niha ji ber ku dê bizên şîr nadin. Di sateen sere sibê de hevserê wê û zarokên wê pez birine çêrandinê. Ew û keça xwe mane. Wekê her tim karê xwe dikin.

Ez jê dipirsim; sewalkarî ne zehmete. Dibêje; ‘erê keça min. lê em neçarin vî karîbikin. Em nekare debara xwe bikin. Em vê derbara xwe dikin. Sewalkarî pir zehmete. Em wan diçêrînin. em ji şîrê wan digirin. Em heriya wan digirin. Em ji guran diparêzin. Em havînê dicing zozanên bilind. Dema hewa bicemide em hêdî hêdî tên xwarê. Lê em mecburin.’

Dayîka Emîne di vê navberê de jî teşiya xwe dirêse.

Ez dîsa jê dipirsim; Tu hez dikî derbikevî van çiyan? Dibêje;Belê Ez pir hez dikim derkevim lutkeya çiya û hewaya bigirim. Ji lutkeyê li teştê binêrim. Ma mirov ji welatê xwe qet hez nakin keça min. Welatê me gelek xweşe.

Lê Dayîka Emîne vê jî li ser zêde dike;Îran û Tirkiye nahêle. Topo û balafirên wan nahêlin. Nahêlin em li çiyayên xwe serbest bigerin. Ev der welatê me ye lê nahêlin. Em ji top û hawanê ditirsin. Lê ev welatê me ye. Em her sal tên van zozanan û em dê bên jî. Welatê me pir xweş e.” Dayîka Emîne teşiya xwe li conga xwe dixe û teşiya xwe dirêse. Dayîka Emîne xwe dît nedît ji welatê xwe hez dike.

Dayîka Emîne teşiya wê di destê wê de.. Temenê xwe nizane, çi li cîhanê di diqewime wê jî nizane. Demsalan dizane. Pezê xwe dizane. Jiyana koçberiyê dizane. Dayîkbûnê dizane. Û ya herî girîng dizane ku jiyan li welatê wê xweş e.