'Bi berxwedana Leylayan Rêber Apo wê li nav gelê xwe be'

Endama Koordînasyona KJK'ê Zerîn Rûken di Stêrk TV de ji bernameya Rojeva Jin re axivî û got, ''Bi berxweana Leylayan Rêber Apo ji hêla fizikî ve jî wê li nav gelê xwe be.''

Endama Koordînasyona KJK'ê Zerîn Rûken di Stêrk Tv de ji bernameya Rojeva Jin re axivî, berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla  Guven slav kir, got grevên birçîbûnê pir watedar, mirovî û dîrokî ne. Rûken bal kişande ser armanca berxwedêran û domand, ''Armanca Leyla Guven û hemû çalakgeran ne tenê ew e ku bi Rêbertî re hevdîtin bibe, armanc ew e ku tecrîda 20 salan a li ser Rêber Apo were şikanin, li djî dewleta Tirk  a faşîst ku jinan û Kurdan dikuje, rawestin. Rêber Apo çawa ku komploya navdewletî pûç kiribe, divê em hemû deng bidin berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Guven didome.

Rûken got berxwedana hem li zindana û hem li derve bi pêşengiya jinan dibe, ji berxwedêrên greva birçîbûnê Sebahat Tuncel, Selma Irmak, Dîlek Ocalan, Kîbrîye Evren,  Fadile Tok mînak da û got, ''Ev berxwedana bi mebesta şikandina tecrîdê ya ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirî, bi Sebahat Tuncel, Selma Irmak, Dîlek Ocalan, nûçegiyna Kîbriye Evren û Fadîle Tok berdewam kir. Jin bi hişmendiya ku tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser hemû jinan e xwe dane ber peywirên dîrokî. Daxwaza azadiyê ya ku têkoşîna Rêber Apo bi jinan re çêkiriye li ber çavan e.''

JIN PÊŞENGIYÊ JI PÊVAJOYÊN DÎROKÎ RE DIKIN

Zerîn Rûken têkilî çalakiya Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) ku 2'yê Sibata 2006'an ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe dayî ber êgir, got, jin her demê pêşengî ji pêvajoya dîrokî re kirine û domand, ''Di van hemû serdeman de çi dema ku li ser gelê Kurd û Rêber Apo taloke hebe jinan rolek mezin bi cih anîne. Heval Leyla Guven û  Viyan Soran jî di serdemên cuda ne, talokeyên li ser Rêber Apo hîs kirine û xwe dane ber peywirên mezin.

Jin pir dilsozê Rêber Apo ne.  Ji ber ku jinan xwe bi Rêber Apo nas kirine, bi Rêbertî tehma azadiyê kirine. Şehîdên me yên qehreman ên mîna Viyan Soran rêya wan ronî kirne. Goitnên heval Viyan ên têkilî Rêber Apo pir kûr bûn û bi helwesteke xurt bû. Weke ku heval Viyan Soran de jî xuya kirî, girêdana gelê Başûrê Kurdistanê ya bi azadiyê û Rêber Apo re xurt e. Bi têkoşîna Leylayan û berxwedana gel Rêber Apo bi fizîkî jî wê bi gelê xwe re be.''

HIKÛMETA BAŞÛR DIVÊ LI CEM GEL BE

Rûken li ser serhildana gelê Şeladizê ya piştî komkujiya dewleta Tirk a bi êrîşên bobeyî ku çar ciwanên Kurd şehîd bûne, got, jinan pêşengî li serhildanên Şêladizê û Dêralûkê kirine û got, ''Di serhildanên Başûrê Kurdistanê de, yên li Dêralûk û Şêladizê jin bi roleke mezin rabûne. Gelê Kurdistanê her roj li dijî bombeyan, li djî dagirkeriyê parastina xwe kiriye û peywirên xew yên netewî bi cih aniye.''

Rûken piştî serhildana li Şêladizê li ser destgîrkirin û êrîşên hikûmeta PDK'ê got, 'Li şûna ku hikûmeta Başûrê Kurdistnaê parastina gel bikira, bi grtin û zextan dagirkeriya  dewleta Tirk wêrektir dike. Li Başûrê Kurdistanê ji bo ku gotin ''hûn nikarin welatê me bombe bikin' gelek kes ji hêla PKD'ê ve hatine girtin. Nêçîrvan Barzanî tam weke dewleta Tirk gelek kes da girtin. Helwesta Başûrê Kurdistane nayê qebûlkirin.  Hikûmet divê ne li cem dewleta Tirk a faşîst li cem gel bisekine.''

ŞÊLADIZÊ LI DIJÎ HIÛMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE JÎ

Rûken sersaxî da malbatên kesên ku di êrîşa Şeladizê de şehîd bûn, got, serhildana Şêladizê helwesteke li dijî bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye jî û domand, ''Gelê Şêladizê mafdar e û peywira xwe ya netewî bi cih aniye. Mirov dikare bibêje, gelê Şêladizê û Dêralûkê li dijî bêdengiya Nêçîrvan Barzanî û hikûmeta Başûrê Kurdistnaê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re derketiye. Dîsa, em bag li gelê me yê Başûrê Kurdistanê dikin; divê zêdetir li peywirên xwe yên welatparêziyê derkevin, li dijî dagirkeriyê divê têkoşîneke dijwar bidin. Em careke dî sersaxiyê didine malbatên ku li Şêladizê û Dêralûkê şehîd bûne. Ên ku şehîd bûne şehîdên azadiyê ne û şehîdên qehreman ên gelê Kurd in.

Endama Koordînasyona  KJK'ê Zerîn Rûken herî dawî ev bang li jinan û gelna kir: ''Me jinên Kurd ti caran koledarî û faşîzm qebûl nekir. Her demê ji bo jiyana azad em xebitîn, me têkoşîn da. Dîsa divê em ji bo azadiya gelan, azadiya jinan û azadiya Rêber Apo 24 saetan ji bo Leyla Guven û têkoşîna gelê Kurd bibin deng.''