Beştaş: Komkujiya Parîsê bi zanebûn tê nixumandin

Parlamentera HDP'ê û hiqûqnas Meral Daniş Beştaş di mijara eşkerenekirina Komkujiya Parîsê de bal kişand ser hevkariya Tirkiye û Fransayê.

Parlamentera HDP'ê û hiqûqnas Meral Daniş Beştaş der barê komkujiya Parîsê di 8'ê Çileyê de pêşnûmepirsek pêşkêşî meclîsê kir û diyar kir, li pişt pêknehatina edaletê ya di nava 7 salan de hevkariyeke navneteweyî heye.

Beştaş ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku ji destpêkê ve tê xwestin ku doz bê nixumandin.

Beştaş ragihand, sûîqesta ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hate kirin nabe ku tenê weke sûîqestekê bê nirxandin û destnîşan kir, komkujiyek li dijî çareseriya meseleya Kurd û ji bo astengkirina aştiyê ye.

Beştaş têkildarî sûîqestê bal kişand ser belgeyên MÎT'ê yên eşkere bûn û destnîşan kir ku dosya dozê bi zanebûn tê nixumandin. Beştaş got, "Em baş zanin ku kiryar tenê Omer Guney nîne. Omer Guney bi tena serê xwe ji Tirkiyeyê derneket û sê siyasetmedarên jin nekir hedef. Têkiliya vê yekê teqez bi hêzên tarî û paramîlîter ên li nava dewlêt û derveyî dewletê heye. Dosya dozê ji xwe balê dikişîne ser vê yekê, lê belê ti lêpirsîn nayê kirin, berevajî her sê jin ên siyasetmedar ên ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin hewl tê dayin ku bên krîmînalîzekirin."

'FRANSA NEÇAR E KU SÛÎQESTAN EŞKERE BIKE'

Beştaş xemsariya Fransayê ya ji bo eşkerekirina komkujiyê bi bîr xist û got, ji ber ku sûîqest li xaka wan hate kirin neçar in ku piştperdeya vê yekê eşkere bike. Beştaş diyar kir, Fransa bi mirina Omer Guney re mîna ku rehet bûye û heman piştî mirina Guney doz hate girtin. Beştaş anî ziman kiryar miribe jî xayinekî ji Tirkiyeyê ye û bi bîr xist ku Tirkiykeyê jî di vê mijarê de daxuyaniyek neda. Beştaş got, "Xuya ye di mijara nixumandina komkujiyê de Tirkiye û Fransa hevkariyê dike."

Beştaş ragihand, hedefkirina sê jin ên şoreşger tesadûfî nîne û destnîşan kir ku ev komkujî di heman demê de ji bo çavtirsandina jin ên têkoşer e.

'EM Ê HETA DAWIYÊ ŞOPDARÊ DOZÊ BIN'

Beştaş destnîşan ki rku eşkerebûna komkujiya Parîsê gelekî girîng e û got, "Ev yek dikare bibe mifteya aştiyê li Tirkiyeyê." Beştaş diyar kir, ku neeşkerekirina komkujiyê sedema binpêkirina mafên mirovan, dewamkirina şer, kûrkirina neçareseriyê û talqokirina aştiyê ye û got, komkujî bê nixumandin jî wê heta dawiyê şopdarên dozê bin.