Endama Komseya Rêvebir ya KJB’ê Besê Xozat balkîşand ser êrîşên ku di 14’ê Tîrmehê de li Amedê pêk hatin û wiha got: “Navenda Amedê dîsa bûye dewlet.”
Endama Konseya Rêvebera Koma Jinên Bilind (KJB) Besê Xozat balkîşand ser têkoşîna ku di 14’ê Tîrmehê de li Amedê derketî pêş û polîtîkayên AKP’ê nirxand. Xozat diyar kir ku tu niyeta AKP’ê ya ku pirsgirêka kurd çareser bike tuneye û AKP bi zanabûn polîtîkaya mijulkirinê daye avakirin û hewl dide ku kurdan jî tevli vê lîstokê bike.
Xozat da zanîn ku ev rewş ji ber felsefeya damezirandina komarê pêk hatiye. Xozat bi lêv kir ku ev rejîm ji aliyê sistama kapîtalîst a navneteweyî tê. Xozat bi bîrxist ku ev komar li ser rejîma înkarkirina kurdan hatiye damezirandin û got ev zîhniyet bi tu awayî nehatiye guhertin û heya roja meya îro jî didome. Xozat wiha pêde çû: “ Ji aliyên hêzên Emperyalîst ve bi destê AKP’ê ev pêk anîn bi kûrt tir tê meşandin. Wek ku rêberê me dayî diyar kir ku AKP projeya DYA’yê ye. Cemeat û AKP rihên cêwik yên Emperyalîzmê ne. Nûnerê DYA’yê hêrêmê emperyalîzma AKP’ê ye. AKP ji bo pirsgirêk çareserkirinê ne kirine desthilatdar. Berovajî AKP ji bo kurdên azadî xwaz, kurdên ku ji xewê rabûne şiyarbûne ji bo sîstema emperyalîst entegre bike anî ye li ser kar. Her wiha ji bo gelên misilman yên herêmê jî entegre bike hate peywîr kirin.”
HÊZÊN EMPERYALÎST
Xozat destnîşan kir ku ya rast Fethullah Gulen ajanê CIA’yê ye û piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployê hate girtin li herêmê êrîşan dest pê kir. Xozat diyar kir ku di hema demê de êrîşkirina Îraq û Afganîstanê jî bi vî awayî dest pêkir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li hemberî van êrîşan berxwedanekî mezin ya gel jî çêbû. AKP dixwaze S.S 21 stratejîya nû dîzayîn bike. Dixwazin bi mêtingeriyê îslama nerm, netewa hişk û sîstema dewletê bînin herêmê. Ev erk dane AKP’ê. Ji bo têkbirina Tevgera Azadiya Kurd hêzên emperyalîst li gel AKP’ê li hevkirine. Lê belê têkoşîna azadiyê li Kurdistanê hatiye rewşa çand, exlaq û siyasetê û gel jî li hemberî siyaset û qirkirinê li ber xwe dide.”
AKP PIRSGIRÊKÊ ÇARESER NAKE
Xozat balkişand li ser taktikên ku pêk tên û wiha axivî: “ Bi tu awayî beranberî vê tiştek tuneye. Hem gerîla hem jî gel li hemberî vê mijarê pir zelalin. Tu siyaseta AKP’ê ya ku pirsgirêka gelê kurd çareser bike tuneye. Maskeya AKP’ê ketiye xwarê. Derdê AKP’ê yê sereke avakirina hegemonyayê bû. Di demên dawiyê de Leyla Zanayê bawer kir ku dê Erdogan pirsgirêkê çareser bike hevdîtin pêk anî. Pişt hevdîtinê hinek helbestvan û siyaset çiyan bi daxuyaniyan pişt girîdan hevdîtinê. Dema ku mirov li bûyerên ku di 14’ê Tirmehê de li Amedê dinêre dibîne ku ev hevê û bawerî çiqas rastin? Kesên bi nirx, demokrat, çepgir û gel di mijara AKP’ê de zelal in. Herkes dizane ku AKP nijadpereste, faşîste, dijminê gel e, dijminê demokrasî û azadiyê ye. Ji bili viya kesên ku hêviyên wan ji AKP’ê hene di nava komploya AKP’ê dene û bi awayekî zanebûn vê siyasetê bi rêve dibin. Ev kes dixwazin qadê ji AKP’ê re vekin.”
AKP ÎFLAS KIRIYE
Xozat diyar kir ku pêwistiya AKP’ê bi vê yekê heye ji ber ku bi awayekî cidî ketiye. Xozat da zanîn ku li herêmê bûye dijminê herkesê û bi awayekî aktîf dixebite ji bo herêmê bike fînansa kapîtalîstê û got: “Lê gel ketiye ferqa vê de. AKP’ê ji siyaseta derve îflas kiriye. AKP’ê prestîja xwe winda kiriye. Nasnameya faşîstê derket holê. Ji bo pênç dînaran û ji bo egoyên xwe di xwazin kêrî AKP’ê bên. Herî zêde jî vê yekê kurdên hevkar vê yekê dikin. Di despêkê de jî yên wekî Galîp Ersarioglu vê yekê dikin. Ensarioglu di herî dawiyê de ji bo mîtînga Amedê got çima mîtîng tê qedexe kirin. Ev di heman demê de siyasetê dike. Ev wî ji dazene êdî AKP dinava kurdan de xilasbûye. Ji ber vê yekê siyasetên bivî awayî bi rêve dibe.”
DIXWAZE GEL TESLÎM BIGIRE
Xozat wiha pêde çû: “Ev siyaset e. Erdogan bi xwe ji Ensarîoglu re gotibû tu daxuyaniyek wiha bide. Ger şeref û rûmeta kurdên ku wekî Ensarîoglu di AKP’ê de cih digrin hebûya; dê deqeyek jî di AKP’ê de nemana. Mînak komkujiya Roboskê ji alî AKP’ê ve hat kirin. Plana komkujiyê ya AKP’ê ye. Jixwe bi vekirî vê dibêjin. Ev hemû aliyên rantxwir in, hemû xayîn in. AKP’ê li Kurdistanê, bi siyaseta Xwedî û dîn dixwaze bi bandor bibe. Dema bi vê siyaseta xwe bi ser nakeve jî esrar û fuhuşê di nava civakê de bi pêş dixe. Bi vê awê dixwaze civakê ji rê derxe û birizîne. Partiyek ku baweriya wî ya dîn hebe, exlaqê wî dikare vê dike gelo? Dixwaze gelê kurd, ji her alî ve bitirsîne û teslîm bigire.”
BERXWEDANA GEL
Xozat bilêv kir ger pirsgirêka kurd qebûl nekin, dê kurd berxwedana xwe berdewam bikin û dê têkoşîna xwe ji her alî ve berdewam bikin. Xozat da zanîn ku bersiva vê yekê di 14’ê tîrmehê de pir vekirî li Amedê hat dayîn û li her derên Kurdistanê berxwedan berdewam dike.
Xozat wiha axivî: “Rewşa li Rojavayê Kurdistanê di pêvajoyek girîng de ye. Peymana li Hewlerê ji bo kurdan gaveke girîng e. Em bawer in ku dê ev li hemû Kurdistanê pêk were. Hişmendiya yekîtiyê di kurdan de bi pêş ketiye. Bêguman dê zêdetir yekîtiya xwe bi pêş bixin. Êdî kurd dizanin ku yekîtî bingeha çareseriyê ye û dixwazin yekîtî pêk were. Lê dagirker dixwazin bi kurdên hevkar re yekîtiyê têk bibin. Ji bo vê Kemal Burkay anîn Tirkiyeyê. Lê di navbera kurdan de tu îtîbara Burkay nemaye. Bandora wî qet tune ye. Yên dixwazin bikevin nava hevkariyê tenê xwe dixapînin. Dê tu bersivek ji gel negirin. Lê mixabin di kurdan de damarek kurdîtiyê jî her dem hebûye. Niha dixwazin careke din vê biafirînin. Lê dê bi ser nekevin.”
BÊ OCALAN ÇARESERÎ NE MUMKUN E
Xozat wiha dawî li axiftina xwe anî : “Di çaresekirina pirsgirêka kurd de nêzîkatiya ku Ocalan nabîne ne mumkun e çareseriyê pêk bîne. Şansa vê nêzîkatiyê qet tune ye. Divê yên xwe îkna nekiribin û ne samîmî bin, bikaribin xwe îkna bikin. AKP tenê di înkar û îmhaya kurdan de semîmî ye. AKP dijminê kurdan e û vê yekê pir vekirî dibêje. Divê tu kes xwe nexapîne. AKP dijminê gel e, dijminê demokrasiyê ye. Bi gotina pêşlêvekirinê taqtîk kir. Bi dengên kurdan, xwe di nava hemû saziyên dewletê de bi cih kir.”