Berxwedana jinên Kurd wê li Romayê bê nîqaşkirin

Berxwedana jinên Kurd wê li Romayê bê nîqaşkirin

Li paytexta Îtalya Romayê, li ser qirkirina jinê û têkoşîna jinên Kurd a li dijî vê konferansek tê lidarxistin. Di konferansê de wê gotina "feminicide" di ser komkujiyên jinê yên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin kirin, bê nîqaşkirin. Tê xwestin ku konferans bi jinên Êzidî re tevna piştevaniyê ava bike.

Du cihên li dijî hev! Yek jê dixwaze Rojhilata Navîn ji kokê wê qut bike û di nava tarîtiyê de bifetisîne, ya din jî ji bo nirxên jê hatine dizîn lê vegerîne şer dike. Em behsa DAIŞ a ku jê re "Moxolên sedsala 21'an" tê gotin û kabûsa wan şervanên YPJ'ê dikin. Her du jî li heman cihî şer dikin. Daxwazên wan, felsefeya wan a jiyanê, armancên wan li dijî hev in.

Bûyerên piştî komkujiya li Şengalê bi serê jinên Êzidî de hatin, gotinên qirkirina jinê û feminicid ên tevgerên jinê behsa wan dikin, yekemcar e ewçend şênber bûn. Jinên Kurd wê vê rewşa şênber, di 11'ê Cotmehê de li paytexta Îtalya Romayê bi konferansekê binirxînin. Û li dijî êrîşên DAIŞ'ê wê weke jin tevna piştevaniyê xurtir bikin. Dirûşma konferansê jî vê yekê ji xwe kurteber dike: Li dijî şerê timî yê pergala bavkanî, israra di azadiyê de!

RÊXISTINÊN JINAN ÊN ÎTALÎ DESTEK DIKIN

Konferans ji aliyê Weqfa Jinên Azad a Navneteweyî (IFWF), Nûnertiya Navneteweyî ya Tevgera Jinên Kurd, Buroya Înformasyonê ya Kurdistanê UIKI ONLUS û Yekîtiya Hiqûqnasên Demokratîk ve tê organîzekirin û di nava komîteya amadekar de gelek jinên Îtalî yên nûnerên komele û saziyên cuda jî hene. Ji konferansa ku wê di 11'ê Cotmehê saet di 09:30 de destpê bike, Casa Internatizonale Delle Donne mêvandarî dike. Endama Yekîtiya Hiqûqnasên Demokratîk parêzer Barbara Spinelli ku di organîzeya konferansê de cih digire, yek ji kesên ku li ser têgîna feminicid hûr dikole ye. Spinelli di ragihandina têgîna feminicid a li rojeva Neteweyên Yekbûyî de rol lîstiye.

Di nava piştevanên konferansê de saziyên Casa Delle Donne ya mêvandar, rêxistina civakî ya sivîl a bi navê Senza Confine (Yên bêsînor) a ji bo mafên penaberan dixebitin û Navenda Çanda Kurd a Araratê cih digirin.