Berxwedana jinên Kurd û Fars silav kirin

Berxwedana jinên Kurd û Farsî ku ev 5 roj e li Îranê ji bo Jîna Emînî berdewam dike, ji hela jinên li Osnabruck û Munster ve hat silavkirin.

Jinên li bajarên Osnabruck û Munsterê yên li Elmanyayê dijîn, bi çalakiyên xwe xwedî li jina Kurd a 22 salî Jîna Emînî derketin. Jîna Emînî berî 5 rojan li Îranê ji hela “Polîsên Exlaqê” ve bi hovane hatibû qetilkirin. Çalakvanên li Munsterê li hev kom bûn, çalakiya jinên Kurd û Farisî silav kirin.

Çalakiya di pêşengiya Komuna Şehîd Şîlan a Munster û Komuna Jinan a Jiyanê ya Osnabruckê ve hat li darxistin, jinên Rojhilat, Koma Jinên Çepgir a Elmanyayê û Komîteya Baweriyên Mezopotamyayê jî pişrgirî dan.

Jinan di çalakiyê de bal kişand ser pergala dewletê ya mêr û peyamên parastina cewherî dan. Di çalakiyê de ji saziyên mafên mirovan ên navneteweyî hat xwestin ku li dijî komkujiyan derkevin û têkoşîna jinan bê piştgirî nehêlin.