Berteka Pussy Rîot didome

Berteka Pussy Rîot didome

Koma rock a femînîst bi çalakiyên xwe yên protestoyî ku salekî di rojeva Rusyayê de man û dengê xwe li cîhanê dan bihistin, doza wan a Pussy Rîot biryara wê hate dayîn. Ji ber çalakiya protestoryî ya li dijî Putîn li Dêrê pêk anîn bûn, Marîa Alyohîna, Nadejda Tolokonnîkova û YekaterînaSamutsevînç bi hinceta ku ol biçûk xistine û ji holîgantiyê 2 sal ceza lê hatin birîn.

Doza Pussy Rîot ku ji meha sibatê de ji rojeva Rusyayê nekeriye û di hefteyên dawî de di rojeva cîhanê de runitşiye biryara wê hate dayîn. Dadgeha Moskowê ji bo 3 endamên jinên ciwan yên koma punk ji her yekê re 3 sal c eza xwest û bi sûcdariya holîgantiyê sûcdar kirin.

Pussy Rîot, li dijî rejîma antî demokratîk a li welat ya Putîn bertekên xwe nîşan dida.Dadgeha Herêmî ya Hamovîçeskî roja înê piştî xwepêşendanan, protestoyan û şer biryara xwe aşkera kir.

Xwedina biyarê 3 saetan dom kir. Protestoya koman piştî biryara cezayê du salan zêdetir bû. Bi êrîşa polîsan re pevçûnan derketin û gelek kes hatin binçakirin.

Komên piştgirî didan dêrê dirûşmeyên ‘Agirê cadiyan’ daxwaza mehkumiyetê kirin. Her wiha hinek aligirê Jîrînovskî yê nîşadperest jî li dijî Pussy Rîot dirûşme bez kirin.

Endama komê Tolokonnîkova ji rojnameya Novaya re axivî û diyar kir ku ew ne poşmane û ev dinav evqas têkoşîna siyasî deng dane kêfxweş in. Tolokonnîkova da zanîn ku wan bi biryara dadgehê bawer nekirine û rexne kir û wiha got: “Hemû cihan me bê sûc dibîne. Darizandina me jî qezayeke mezin e.