'Beriya her têkoşînê, têkoşîna jinê'

'Beriya her têkoşînê, têkoşîna jinê'

Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd di roja duwemîn de dest pê kir. Konferans bi axavtinên jinên Kurd ên ji her çar parçeyên Kurdistanê didome. Piştî nunerên Bakûr û Başûr, Delegeya Rojhelatê Kurdistanê Semîra Selewatî di konferansê de axivî û destnîşan kir ku li Îranê gelek rojnamevanên jin girtî ne.

Rûniştina yekemîn a konferansa ku li Salona Saed Ebdilla ya Hewlêrê tê lidarxistin, bi mijara ‘Li her parçeyek Kurdistanê rewşa jinên kurd, pirsgirêkên azadiyê û rêyên çareseriyê’ didome. Delegeya Rojhelatê Kurdistanê Semîra Selewatî ku di panelê de axivî, diyar kir ku kurd ev bi sedan salan e têkoşîna ji bo jiyana azad dimeşînin.

DIVÊ JI BO JINAN BERNAMEYÊN TAYBET HEBIN

Delegeya ji Başûrê Kurdistanê Dr. Viyan Silêvaneyî ku di panela danê sibê de axivî, li ser biharên gelan ên li Rojhilata Navîn rawestiya. Jinên kurd jî beriya bihara gelan, du car dihatin perçiqandin. Viyan, daneyên li Herêma Kurdistanê di siyasetê de rola jinê bi guhdaran re parve kir.

Viyan, diyar kir ku hejmara jinan li gorî salên berê, di saziyên fermî de zêde bûye û wiha got; “Ya ku di nav dilê zarokên xwe de tovên welatparêziyê çandiye jî, dîsa jin e. Ji bo feraseta jinê were zanîn, divê ji dibistana seretayî destpê bike û bernameyên taybet ên li ser mijara jinê, bên çêkirin.”

JIN DÊ AZADÎ BÎNIN

Delegeya Bakûrê Kurdistanê û Nûnera KADEP’ê Yuksel Avşar, destnîşan kir ku jinên kurd heta niha ji ber faşîzmê gelek êş û elem kişandine, niha jî ev berdewam dike.

Avşar, got ku kir ku jinên kurd digel her tiştî aştiyê dixwazin. Yuksel, çend gotinên pêşiyan ên wekî “Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e” wek mînak da. Yuksel, da zanîn ku 200 dewletên ereban hene, lê jin li van welatan azad nînin. Yuksel destnîşan kir ku jinên kurd birakujiyê naxwazin û wiha pê de çû: “Li Suriyeyê statuya kurdan pir girîng e. Di vir de rola jinê pir girîng e. Ya ku Kurdistanê azad bike jî, dê jina kurd be. Ez di wê baweriyê de me ku dê ev konferans bibe hêviya yekîtiya me jinan.”

‘ŞÎRÎN ELEMHÛLÎ BÛ SEMBOLA TÊKOŞÎNA JINÊ

Delegeya Rojhelatê Kurdistanê Semîra Selewatî got ku pirsgirêkên ku di nav malbatên civaka bi feraseta zilam tên birêvebirin de zêde dibe û wiha got: “Li Îranê bi zextên civakî re, bê exlaqî, nelirêtî û fihûş zêde bû. Hê em di destpêka sala nû de ne, lê hejmara dardakirinan gihîşt 300’î.” Semîra destnîşan kir ku li Îranê gelek rojnamevanên jin girtî ne

Semîra Selewetî got; “Şîrîn Elemhulî, bû sembola têkoşîna jina azad û demokratîk. Yekîtiya Jinên Kurd a Netewî, pêwîst e ku li ser bingeha berjewendiyên gelê kurd bê avakirin. Tevgera jinê, tevgera herî girîng a li ser esasa wekheviyê ye. Divê têkoşîna jinê, beriya hemû têkoşînan bê meşandin.”