Cenazeyê Bêrîvan Tûrga ya li Bûrsayê hat qetilkirin ji bo defnkirinê anîn Dêrsimê. Cenaze piştî li Malacem a Dêrsimê wecîbeyên olî hatin kirin li gundê Çîmenlî yê Pêrtag ji aliyê jinan ve ber bi rêwitiya dawî hat oxirkirin.
Bêrîvan (Yaprak) Tûrga (18) a 8’ê Adarê ji aliyê hevalê xwe yê mêr ve hat qetilkirin, li gundê Çîmenlî yê Pêrtag ji aliyê jinan ve ber bi rêwitiya dawî ve hat oxirkirin. Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn a di merasîma cenaze de axivî got, “Ev pirsgirêk pirsgirêka me ya hemûyan e. Em ê heta kengî li her qada jiyanê di rê, febrîkayan û malan de bibin mehkûm û koleyê zîhniyeta nêrza.”
Cenazeyê Tûrga ya li Bûrsayê hat qetilkirin ji bo defnkirinê anîn Dêrsimê. Li Dêrsimê piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Tûrga li gundê Çîmenlî yê Pêrtag ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.
Hevşarederên Dêrsimê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl, hunermend Ferhat Tûnç, nûnerên jinan ên partiyên siyasî û malbat beşdarî merasîma cenaze bûn.
Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn di axaftina xwe de got ku êşa wan kûr e, 8’ê Adarê ciwanek bûye hedefa zîhniyeta paşverû.
Altûn got ku ev pirsgirêk ji pirsgirêka jinan derketiye, êdî bûye pirsgirêka civakê û wiha axivî: “Ev pirsgirêk pirsgirêka me ya hemûyan e. Em ê heta kengî li her qada jiyanê di rê, febrîkayan û malan de bibin mehkûm û koleyê zîhniyeta nêrza.”
Altûn got ku divê li hember ferasetên wiha bisekinin û diyar kir wê wek tevayî jinan şopdarê vî karî bin û li hember zîhniyeta nêrza a 5 hezar salan wê têkoşîna xwe bidomînin.