Bêrîtan li Êrîvanê hate bibîranîn
Bêrîtan li Êrîvanê hate bibîranîn
Bêrîtan li Êrîvanê hate bibîranîn
Fermandara gerîlayan Gulnaz Karataş (Bêrîtan) li navçeya Oktaunberiya ya Êrîvana paytexta Ermenîstanê bi civînekê hate bibîranîn. Di civînê de banga piştgiriya ji bo Berxwedana Kobanê hate kirin.
Yek ji fermandarên gerîlayên Kurd Gulnaz Karataş (Bêrîtan) ku sala 1992’yan jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Oktunberiya ya Êrîvana paytexta Ermenîstanê hate bibîranîn.
Çalakiya bîranînê li Mala Kurdan a hate lidarxistin. Kurdên ji gundên derdora Oktaunberiyayê jî tevlî civîna bîranînê bûn. Civîn bi deqeyeke rêzgirtina ji bo giyanên şehîdên Kobanê û Rojava û Kartaş destpê kir. Di civînê de endamê Komîteya Kurdistanê ya Ermenîstanê Dawut Karasu axivî û bal kişand ser berxwedana Bêrîtan û Arîn Mîrxan.
Karasu got: “Îro roja şehadeta hevala Bêrîtan e. Hevala Bêrîtan 25’ê Cotmeha 1992’yan li çiyayên Kurdistanê li dijî xiyanetê xeta berxwedêr a PKK’ê hilbijart.” Karasu destnîşan kir ku îro bi hezaran leheng û qehreman li ser rêya Bêrîtan dimeşin û bal kişand ser çalakiya Arîn Mîrxan a ku li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiya fedayî pêk anî.
Karasu diyar kir ku îro xeta berxwedanê ya Bêrîtanê berdewam dike û got ku bûye mîna çandekê. Karasu bi bîr xist ku ev çanda berxwedanê li Kurdisanê berdewam dike û wiha pêde çû: “Îro jî li hemû qadan ev çanda pîroz a berxwedanê bi qehremanî berdewam dike. Îro li Kobanê, Mexmûr, Şengalê ev çanda berxwedanê berdewam dike. Li Kobanê heval Arîn Mîrxan vê çanda berxwedanê bi canê xwe yê pîroz domand.”
Civîn bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Kobanê û Şengalê”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.