Bêrîtan bi merasîmeke leşkerî hat bibîranîn
Bêrîtan bi merasîmeke leşkerî hat bibîranîn
Bêrîtan bi merasîmeke leşkerî hat bibîranîn
Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) di 23’emîn salvegera şehadeta xwe li Qadê Parastina Medya hat bibîranîn. Fermandara Biryargeha Navenda YJA Starê Delal Amed di merasîmê de axivî û got: “YJA Star ku ket 22’emîn salvegera damezrandina xwe û di dîrokê de yek wek wê tune, li her çar parçeyê Kurdistanê xwe rêxistin kiriye."
Gulnaz Karataş di 23’emîn salvegera şehadeta xwe de li qadên gerîlayan bi merasîmekê hat bibîranîn. Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed, ji fermandarên YJA Starê Rojda Mardîn, Xelat Şemsê, Gulnaz Ege, Zozan Penaber û gerîlayên YJA Starê tevlî bûn.
Delal Amed di axaftina xwe de got: “Em gerîlayên YJA STAR’ê di 23’emîn salvegera şehadeta Bêrîtanê de wê bi rêz bibîr tînin. Îro yên li Kobanê têkoşîna azadiyê didin, ên di xeta felsefeya jiyana Bêrîtan Hêvîd e têdikoşin."
Amed diyar kir ku Bêrîtan ji bo jinên Kurd sembola têkoşîn û berxwedanê ye û di artêşbûna jinan de fermandara damezrîner e, di têkoşîna azadiya Kurdistanê de xwedî cihekî gelek girîng e.
Amed da zanîn ku di sala 1992’an de tevî ferzkirina xeta teslimiyetê, ji rêgezên jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavîz nedaye û têkoşîneke bi biryar meşandiye û wiha got: “Hevala Bêrîtan heta dawiyê li dijî xeta hevkar y şerê Başûr a 1992’an têkoşîn meşandiye û ji bo teslîm nebe heta guleya xwe ya dawî têkoşiyaye û piştî guleyên wê qediyane ji bo teslîm nebe xwe ji zinaran avêtiye û dawî li jiyana xwe aniye.
Bêrîtanê heta dawiya jiyana xwe têkoşîn meşandiye û teslîmiyet qebûl nekiriye, bûye felsefeya jiyana îro ya jinên Kurd û bûye sembola jina berxwedêr.
Bi ruhê fedayî yê Bêrîtanê, hîmê artêşbûna jinê hatiye avêtin. Li gel artêşabûna YJA Starê ku ketiye 22 saliya xwe, li her çar parçeyê Kurdistanê rêxistinbûn pêk hatiye. Li Rojhilat HPJ, li Rojava YPJ li ser mîraneya Bêrîtanê xwe rêxistin kiriye. Em îro li vir ne tenê Bêrîtanê damezirandina artêşbûna xwe jî pîroz dikin.”
Fermandar Delal bi lêv kir ku Bêrîtanê bi nasnameya xwe ya berxwedêr hêmaya ‘jin nikare şer bikin’ tar û mar kiriye û wiha pêde çû: “Îfadeya vê ya herî şênber li Kobanê tê nîşandan. Jinên Kurd îro li dijî DAIŞ’ê di eniya pêş de têdikoşe. Jinên şervan ên îro li Kerkûk, Mexmûr û Şengalê têkoşînê dimeşîn û her wiha hevala Arîn Mîrxan a li dijî çeteyan çalakiya fedayî pêk anî, di xebata bi biryar a Bêrîtanê de meşiyaye û biryara hevaltiya rast a Bêrîtanê nîşan dane.
Em ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê di xeta Bêrîtanê xwe esas bigirin û bi vê wesîleyê em dibêjin ku wê axa Kurdistanê bibe dawiya DAIŞ’ê. Em ê koka çeteyên DAIŞ’ê hişk bikin. Em di şopa fermandara xwe Bêrîtanê de bimeşin.”