Bendava Tişrîn li herêma Minbicê ya girêdayî parêzgeha Helebê, li ser çemê Firatê ye. Bendav di sala 1999’an de bi armanca hilberîna elektrîkê û birêkûpêkkirina herikîna avê ji bo avdanê hatiye çêkirin. 115 km dûrî bajarê Helebê ye û 80 km dûrî sînorê Tirkiyê ye. Lê eger ziyanek çêbibe yan jî hilweşe, ev yek dibe sedema encamên karesatekê ji bo navçeyên derdorê.
KONTROLKIRINA ÇEMÊ FIRATÊ
Dewleta Tirk a dagirker çend bendavên li ser Çemê Firatê di nava welatê xwe de kontrol dike, weke Bendava Kahramanmaraş û Bendava Ataturk û bi giranî herikîna ava Sûriye û Iraqê kontrol dike. Di vê çarçoveyê de bendava Tişrînê yek ji navendên ku herikîna avê li herêmê hevseng dike. Eger were armanckirin yan jî bê astengkirin, dibe ku bandoreke mezin li ser mîqdara ava ku digihêje axa Tirkiyê hebe, ev yek jî dikare zextê li Sûriyê û Iraqê bike.
BANDORA JEOPOLÎTÎK
Dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina rasterast a Bendava Tişrînê, hewl dide bandoreke mezin li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike û herêmên derdora bendava Tişrînê bi dest bixe. Ew beşek ji stratejiya wê ya berfirehkirina dagirkeriya xwe ye.
BANDORA LI SER ABORIYA HERÊMÊ
Bendava Tişrîn di hilberîna elektrîkê de cihek girîng dilîze û ji bo avdana zeviyên çandiniyê yên li herêmê tê bikaranîn. Derbkirin an jî hilweşandina vê bendavê dê zirarê bide aboriya Sûriyeyê, bi taybetî li deverên ku ji bo dabînkirina av û avdanê girêdayî bendavê ne. Armanca sereke jî hewldana lawazkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di warê aborî de ye.
ÇIMA BENDAV TÊ HEDEFGIRTIN?
Armanckirina bendava Tişrîn beşeke ji şerekî berfireh a li herêmê ye. Gelek caran dewleta Tirk a dagirker ji bo bidestxistina destketiyên stratejîk hewl dide binesaziya jiyanî bike hedef. Armanckirina Bendava Tişrîn hewlek e ji bo qutkirina av û enerjiyê ji herêmên Sûriyeyê re, lawazkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berfirehkirina herêma dagirkirinê heta Tebqa, Reqa û Kobanê ye.
METIRSIYÊN HILWEŞÎNA BENDAVA TIŞRÎNÊ
Lehiyên wêranker: Ger bendav hilweşe, herikîna avê ji nişka ve dikare bibe sedema lehiyek mezin ku dê zeviyên niştecîh û çandiniyê yên li kêleka çemê Firatê di bin avê de biçe.
Ziyanên aborî: Lehî dibe ku bandorê li zeviyên çandiniyê yên li ser deverên mezin bike, zeviyan hilweşîne. Kêmkirina avê ji bo deverên ku girêdayî bendavê ne ku zeviyên xwe av bidin, rewşa aborî xirabtir dike.
Zirara elektrîkê: Bendava Tişrîn yek ji jêderên sereke yên berhemanîna elektirîkê yê li herêmê ye. Ji ber vê yekê hilweşîna wê tê wateya rawestandina santralên elektrîkê yên girêdayî wê, ku dibe sedema qutbûna elektrîkê li deverên berfireh a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Astengkirina veguhestinê: Hilweşîna bendavê dikare binesaziya rê û piran li deverên nêzîk hilweşîne, veguhestinê asteng bike û gihandina alîkariyên mirovî an operasyonên rizgarkirinê ji mirovan re zehmetir bike.
‘BERXWEDANA GEL A LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK’
Ji destpêka êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, gelên van herêman bi hemû pêkhateyên xwe ve, li dijî operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker, berxwedaneke xurt pêk anîne. Di heman demê de ji bo parastina destketiyên ku bi saya xwîna şehîdan di pêkanîna demokrasî û edaleta civakî de hatine bidestxistin kedek mezin tê raberkirin.
BERXWEDANA GEL A LI BENDAVA TIŞRÎNÊ LEHENGÎ Û FEDEKARÎ YE
Ji destpêka êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û vir ve ku bi piştgiriya balafirên şer û balafirên keşfê yên Tirk li ser bendava Tişrînê tê kirin, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb û Suryan li dijî dagirkeriyê berxwedaneke mezin raber dikin û bi çalakiyên dorveger bendavê ji hilweşînê û metrisiyên mezintir diparêzin.
Dewleta Tirk a dagirker her roj li Bendava Tişrînê bi balafirên şer û balafirên keşfê yên bombebarkirî êrîşê sivîlan dike û komkujî pêk tîne. Lê gel bi girtina dîlana azadiyê li dijî her cure êrîş peyameke xurt dide tevahiya cîhanê û bi israr mayîna xwe didomîne. Ti hêz wê nekaribe îradaya vî gelê ku ji bo rêgezên neteweya demokratîk û jiyana bi hevre têdikoş in, bişkîne.
HEDEFGIRTINA ROJNAMEVANAN HEWLDANEK JI BO VEŞARTINA RASTIYAN E
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamevan û çapemeniya azad jî bênavber rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker tên û bi balafirên keşfê raste rast tên qetilkirin.
Dewleta Tirk a dagirker bi van pêkanînan dixwaze dengê heqîqetê qut bike û rê li ber ragihandina heqîqetê li ser rewşa qada herêmê bigire.
Armanckirina rojnamevanan ne tenê binpêkirina mafên mirovan e, di heman demê de êrîşek li dijî azadiya derbirînê ye ku ji hêla hiqûqa navneteweyî ve hatiye misogerkirin.
Di van demên dawî de me şahidiya şehîdbûn û birîndarbûna gelek rojnamevanan kir. Di nav wan de rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku hûrguliyên berxwedana Bendava Tişrînê ji raya giştî re radigihandin hebûn. Herdu rojnamevan wêneyekî zindî ji têkoşîna şervanên QSD YPJ’ê pêşkêş kirin.
Her wiha di dema şopandina çalakiyên gel ên li bendava Tişrînê de 8 rojnamevan birîndar bûn. Ev yek her çend zehmetî li pêşiya rojnamevaniyê vedike jî, israra wan di ragihandina rastiyan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û binpêkirinên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê kirin, zêdetir dike.
Bêdengiya navneteweyî ya li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker dibe sedem ku êrîşên dewleta Tirk zêdetir bibin. Her çendî hin welat û rêxistinên navneteweyî di aliyê manewî de destek dabin berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk jî, ev yek gelek lewaz ma.
Rêxistinên mirovî û mafên mirovan tevî binpêkirinên li herêmê, di nav de bombebarankirin û koçberkirina bi darê zorê, gelek caran li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê helwesteke bêalî nîşan didin.