Bavê Celaliyan: Du roj in ku dest û çavên keça min girêdayî ne

Bavê Zeyneb Celaliyan Elî Celaliyan ragihand ku keça wî bi rêya telefonê agahî daye ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve dest û çavên wê hatine giritn û ji girtîgeh Xoy ji bo girtîgehên Ûrmiye, Kirmaşan û piştre jî ya Tehranê re hatiye veguhestin.

Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ku li girtîgeha Xoyê tê girtin 29’ê Nîsanê ji nişkave û bê agahiya pêşîn ji aliyê hêzên ewlekariyê, ji girtîgeha Xoy ber bi cihekî nediyar ve hatibû veguhestin.

Bavê Zeyneb Celaliyan, Elî Celaliyan bi rêya telefonê li gel Tora Mafên Mirov a Kurdistanê axivî û li ser keça xwe Zeyneb Celaliyan ev agahî parve kir: “Roja 29’ê Nîsanê em bi rêya hevalê wê ya qawîşê me agahî girt ku Zeyneb ji aliyê hêzên ewlekariyê bêyî agahiyekî bidin ji girtîgehê birine. Em demildest ji Makûyê çûn bajarê Xoyê. Me ji rayedarên girtîgehê pirsa keça xwe kir lê bersivekî zelal nedan me. Rayedaran tekez kirin ku hêzên ewlekariyê wê birine û her çiqasî gotin ku dibe ji bo doza wê ji nû ve li berçavan re derbas bikin, ew birine Theranê lê negotin ku ji bo kû derê birine.”

Elî Celaliyan axaftinê xwe domand û got: “Herî dawî duh şev Zeyneb ku di nava wesayîtekê de bû bi telefonê li me geriya û gotibu ku ji duh ve heta niha bi dest û çavekên girtî min ji girtîgeha Xoy veguhestine girtîgehên Ûrmiye û Kirmaşanê, lê ji ber ku girtîgehan qebûl nekirine ku girtiyên nû bigirin, hêzên ewlekariyê niha wê vediguhezînin girtîgha Tehranê. Di wê kêliyê de telefon qut bû û êdî negeriya.”

Bav Celaliyan tevî ku fikarên xwe anî ziman ragihand: “Ti tişt normal nîne. Çima divê ji nişkave Zeynebê ji girtîgeha Xoy bibin? Çima divê bê agahiya pêşîn wê veguhezînin girtîgehên Ûrmiye û Kirmaşanê? Çima divê bê ku îzahekî zelal vere kirin axaftina me ya bi telefonê qut bikin? Dixwestin çi peyamê bidin me!? Ez bi fikarim ku senaryoyên xirabtir ji bo keça min çêkirine. Ez pir ji rewşa keça xwe bi fikarim, ji ber ku bi xwe gotibû ku ev du roj in di nava wesayîtekê de wê ji bajarekî dibin bajarekî din.”