Bangên ji bo 16'ê Mijdarê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em li Kolnê bicivin
Nûnerên saziyên Kurdistanî ji bo meş û mîtînga 16'ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê banga tevlîbûnê kirin.
Nûnerên saziyên Kurdistanî ji bo meş û mîtînga 16'ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê banga tevlîbûnê kirin.
Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' wê di 16'ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Elmanyayê di asta Ewropayê de wê meş û mîtîngeke mezin bê lidarxistin. Bangên ji bo meş û mîtîngê dewam dikin.
Serokê Tevgera Alimên Îslamî û Kurdistanî ya Hemdem û Nûjen Hafiz Ahmet Tûrhalli: Em di 100 saliya komarê de ne ku dixwaze me înkar û îmha bike. Em di sedsaliya darvekirina Şêx Seîd de ne. Em zanin ku di meha Sibatê de tevgera Şêx Seîd provoke kirin. Her wiha di meha Sibatê de komploya li hemberî Birêz Abdullah Ocalan xistin dewrê. Di 29'ê Hezîranê de Şex Seîd darve kirin û di 29'ê Hezîranê de jî cezayê darvekirinê dan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Ji bo avakirina yekîtiya xwe, ji bo avakirina yekîtiya li dora Rêberê Gelê Kurd Ocalan, ji bo xwedîderketina li mafên mirovan di 16'ê Mijdarê de divê em li hev kom bibin. Kurd, dostên xwe yên li Ewropayê divê em li hev kom bibin û nîşanî cîhanê bidin ku em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê bi yekîtiyê bi ser bikevin.
Hevserokê FED MED'ê Ahmed Kobanê: 26 sal in Rêberê Gelê Kurd di nava tecrîdeke giran de ye. 44 mehan bi temamî têkilî pê re hatibû birîn. Lê belê di encama têkoşîna gelê me ya li Ewropa, welêt û tevahiya cîhanê hevdîtinek hate kirin. Lê belê dawaza me ne tenê hevdîtinek e, daxwaza me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê jî bang li gelê me, dostên me û aştîxwazan hemûyan dikim ku 16'ê Mijdarê beşdarî meş û mîtîngê bibin.
Endamê Koordînasyona NAV-YEK'ê Haci Çelîk: Divê her Kurdên li Ewropayê tevlîbûna li meş û mîtînga 16'ê Mijdarê ji xwe re weke wezîfeyekê bibîne û tevlî bibe. Girîng e ku dostên me bi me re bin. Weke gelê Kurd wê rojê çi karê me hebe em taloq bikin. Em wê roja xwe ji bo azadiya Rêberê xwe veqetînin. Li Tirkiyeyê van rojan bi taybetî bi rêya Bahçelî dixwazin rojeva mirovên me biguherîne, serê mirovan tevlîhev bikin. Bi taybetî banga me li gelê me yê Êzidî yê li Ewropayê ye ku li Kolnê bin û daxwaza azadiya Rêberê xwe bikin.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dûîsbûrgê Yilmaz Ronî: Daxwaza me ji gelê me ew e ku pêngava Rêbertî mezin bikin û ji par hîn bi xurtî li hev kom bibin. Gelê Kurd wê di 16'ê Mijdarê de ji bo azadiya Rêbertî, azadiya Kurdistanê çalakiyeke mezin bike. Ji ber vê yekê divê gelê me wê rojê li Kolnê be.
Siyasetmedar Pero Dundar: Gelê me yê li Ewropayê jî zane, saleke ji bo azadiya Rêberê me û statuya Kurdistanê pêngavek hate destpêkirin. Par li Kolnê peyameke gelekî xurt hate dayin. Piştî vê têkoşînê me silavê Rêbertî wergirt. Lê belê tecrîd hîn jî dewam dike. Îsal divê em meş û mîtîngeke hîn xurt pêk bînin. Divê em peyameke hîn xurt bidin cîhanê. Ji ber ku me îsal silav ji Rêbertî wergirt. Me tecrîd bê wate kirin, lê belê nekarîn bi temamî ji holê rakin. Ji ber vê yekê jî di çarçoveya qonaxa duyemîn a têkoşînê de divê ev çalakiya me hîn xurt be. Lewma bila gelê me, jin, ciwan, extiyar di 16'ê Mijdarê de li Kolnê be.