Meclîsên Ereban 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kirin
Meclîsa giştî û ya jinan ên gundewarên Ereban ên Şengalê bi daxuyaniyekê 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kirin û soza ‘pêkanîna armanc û xeyalên şehîdan’ dan.
Meclîsa giştî û ya jinan ên gundewarên Ereban ên Şengalê bi daxuyaniyekê 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kirin û soza ‘pêkanîna armanc û xeyalên şehîdan’ dan.
Bi wesîleya 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê, meclîsa giştî û ya jinan ên gundewarên Ereban ên li Şengalê, daxuyanî dan. Li Parka Mam Zekî Şengalî ya ku dikeve Geliyê Şilo yê Şengalê, daxuyanî ji aliyê Endamê Însiyatîfa Ciwanên Ereb Ebdulkerîm Cayîr ve hate dayîn.
Daxuyanî wiha ye:
“Li ser navê meclîsa giştî, meclîsa jinên Ereb û însiyatîfa ciwanan em di serî de salvegera Rizgarkirina Şengalê li tevahiya gelê Şengalê bi Êzidî û Erebên xwe ve pîroz dikin. Ev roj ji bo me rojeke herî pîroz û giranbuha ye. Ji ber ku di vê rojê de hêzên me yên YBŞ’ê û YJŞ’ê hatin avakirin û bi serde jî fikra Rêber Apo di nava me de belav bû.
Em wan cangoriyên ku xwîna xwe di ber axa me de dan û şehîd ketin tu cara ji bîr nakin. Her wisa jî ew sozên ku pêşmergeyên PDK’ê bi derewan didane me, gelê Êzidî rû bi rûyê fermanê hiştin û di nava gelan de alozî derdixistin bi taybet jî di nava gelê Êzidî û Ereb de alozî derdixin, em ji bîr nakin.
Em weke gelê heremê careke din li vir didin diyarkirin ku heya dawiyê em ê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo û bi rêxistinkirina gelê xwe bin û me soza ve yekê jî daye. Em ê tu carî dev ji axa Şengala pîroz bernedin û heya dawiyê jî li ser têbikoşin. Em weke gelê Ereb û gelê Êzidî mil bi milê hev Şengalek xweser û azad bidin avakirin û wan armanc û xeyalên Şehîdan pêk bînin. Ji ber ku xeyala tevahî şehîdan Şengaleke azad û serbixwe bû.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Jin Jiyan Azadî’’ û ‘’Bimire Xiyanet’’ bi dawî bû.
Ji pêkhateya Ereb dayîka bi navê Fatma Îbrahîm ku di heman demê de endama meclîsa Jinên Ereb e, ji me re axivî û wiha got: “Em vê roja pîroz li tevahiya gelê Şengalê û şervanên wê pîroz dikin. Em ji Xwedê dixwazin ku her tim rizgarkirin û azadî para me be. Bila êdî dawî li zilma Erdogan were.”