BI DÎMEN

'Ji bo azadiya gel û Rêberê xwe, em li Kolnê bin'

Endamên CÎK'ê 16'ê Mijdarê weke roja rûmet û têkoşînê dibînin û dibêjin, "Ji bo azadiya Rêberê me, ji bo parastina rûmeta gelê me bila xelkê me yê li Ewropayê wê rojê li Kolnê be."

Meleyên Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) ji bo meş û mîtînga 16'ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê ku di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.

EM Ê XWEDÎ LI GEL Û RÊBERÊ XWE DERKEVIN

Mele Dawid Sefanî: Dagirkerên li Kurdistanê her roj hîn bêhtir bê perwa dibin. Mînaka herî dawî ya vê dagirkeriyê di desteserkirina şaredariyên gelê Kurd de xwe nîşan da. Desthilatdariya faşîst îradeya gelê Kurd bi ti awayî qebûl nake. 26 sal in Rêberê gelê Kurd li nafva sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê dîl digire. Demeke dirêj e tecrîdkirî ye. Ji bo xwedîderketina li gel û Rêberê xwe, ji bo dengê xwe bigihîne raya giştî ya cîhanê di 16'ê Mijdarê de em ê li Kolnê bin. Divê gelê me jî li wir be.

EM KOLNÊ BIKIN QADA AZADIYÊ

Mele Salih Botî: Nûner û nirxên Kurdistanî di 16'ê Mijdarê de divê li Kolnê bin. Ji bo Rêbertî û hemû girtiyên li zindanan divê em îradeya xwe nîşan bidin. Ji bo vê jî em qada mîtîngê ya li Kolnê bi hemû nirxên xwe veguherînin qada aştî, azadî û îradeyê. Em wê rojê li Kolnê bicivin û bi cihêrengî û nirxên xwe helwesta xwe nîşan bidin.

HETA ROJA DAWÎ EM DI NAVA SEFERBERIYÊ DE BIN

Mele Kasim: Weke endamekî Civaka Îslamî ya Kurdistanê bang li gelê me hemûyan dikim. Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd em beşdarî meş û mîtînga li Kolnê bibin. Tevlîbûna li vê mîtîngê hem wezîfeya me ya olî ye hem jî ya mirovî û wijdanî ye. Heta meşa Kolnê em li her qadê bixebitin, ji bo gelê xwe tevlî mîtîngê bikin seferber bibin.

16'Ê MIJDARÊ ROJA TÊKOŞÎN Û RÛMETÊ YE

Mele Cemal: Ayeta Xwedê dibêje, 'Li gel zalim nesekinin, bila agirê wî bi te jî nekeve'. Ji ber vê yekê em ji gelê Kurd re dibêjin, em li ber vê zilmê rabin. Ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo parastina hiqûq û mafên gelê Kurd em bang li gelê xwe dikin. Ev roj (16'ê Mijdarê) roja têkoşînê, hewldanê û namûsê ye. Ji bo parastina rûmeta gelê xwe, azadiya Rêberê xwe bila gelê me yê li Ewropayê wê rojê li Kolnê be.

JI BO AZADIYÊ DIVÊ EM LI KOLNÊ BIN

Mele Zahir: 26 sal in Rêberê Gelê Kurd dîl girtî ye û di bin tecrîdeke giran de ye. Beriya 100 salî welatê me bêyî îradeya me hate parçekirin. Li çar parçeyan gelê me têkoşîna azadiyê meşand. Lîderên azadiyê yên li van parçeyan Qazî Mûhammed, Seyîd Riza û Şêx Seîd û lîderên me yên din hatin darvekirin. Lê belê rêberê tevgera herî mezin a azadiyê ya Kurdan a li çar parçeyan Rêber Apo dîl hate girtin. Ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi ser bikeve, ji bo azadiya Rêbertî, ji bo parastina azadî û têkoşîna Kurdan em li Kolnê li qadan bin. Gelê me divê vê rojê bi vî rengî bibîne û li qadan be.