Bandora #MeToo: Kevneşopiya zayendperestî ya li Tour de Fransa hate rakirin

Bi bandora tevgera #MeToo yê pêkanînek din ya  ku jinan weke obje dibîne bi dawî dibe.

Bi biryara Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê, pêkanîna ‘keça podyûmê’ ya ku di pêşbaziya Tour de France (Tûra Bisîklet a Fransayê) di beşa dawî de dihate kirin, hate rakirin. Pêkanîna ku qala wê tê kirin kesên ku bi ser dikevin ji aliyê jinan ve dihate himbêz kirin û ev bi ‘Kevneşopiyekê’ ve dihate girêdan.

Di pêşnûme biryara meclîsê de hate gotin ku ev pêkanîn jinan weke obje nîşan dide û ne li gorî serdema  me ye. Di pêşnûme biryarê de tê gotin ku pêkanîn ‘Sterotîpeke Zayendperestiye’ û îsal di pêşbaziya Toûr de France (Tûra Bisîklêt a Fransa) ku wê di meha Tîrmehê de destpê bike, wê dawî li vê pêkanînê were.

Li Meclîsê ev biryar bi dengên zêde hate erê kirin û sala derbasbûyî bi bandora tevgera #MeToo bûbû rojev. Beriya niha jî dawî li pêkanîna jinan a sekînina di xeta destpêkirina pêşbaziya wesayîtan a Formûla 1 de hatibû.

Dîsan gelek hilberînerên wesayîtan, îlan kiribûn ku pêkanîna nîşandana jinan a bi wesayîtan ya di fûarên navnetwî de bi dawî bikin.