Bahçelî: Banga ku ji Îmraliyê hat ji serî heta binî girîng û hêja ye

Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî banga Rêber Apo nirxand û wiha got, “Banga ku ji Îmraliyê hat ji serî heta binî girîng û hêja ye. Daxuyaniyên ji Qendîlê hatin kirin, dilxweş in.”

Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî têkildarî mijarên li rojevê daxuyaniyekî nivîskî da.

Bahçelî têkildarî banga Rêber Apo wiha got: “Daxuyaniya ku di 27’ê Sibata 2025’an de ji aliyê heyeta DEM Partiyê ve ji bo raya giştî hate xwenedin û li Îmraliyê hate nivîsandin, ji serî heta binî girîng û hêja ye.” Bahçelî got ku daxuyaniyên Komîteya Rêveber a PKK’ê jî piştgirîkirin û temamkirina vê bangê ye û dilxweş dike.

Bahçelî diyar kir ku bang ji bo hemû pêkhateyên Tevgerê hatiye kirin û wiha got: “Rêzdarî û serfirazî di sedsala nû de wê hêzê li ser hêza Tirkiyeyê zêde bike, xwişk û biratiya hezar salî xurt bike.”

Bahçelî destnîşan kir ku hin kesên bi fikra xerab hene ku dixwazin banga Rêber Apo reş bikin û gavên aramiyê sabote bikin û wiha got: “Ne pêkan e ku mirov behsa mesûmî û maqûlbûna kesên ku bi kirina pirsên çi hat dayîn, çi hat standin rûyên xwe diqemicînin û hewaya pozîtîf tevlihev dikin, bike. Çavkaniya îstismarê ya kesên ku ji ber PKK’ê xwe fesh bike ditirsin, zuha bibe û Tirkiye di rotaya sedsala nû de derbasî hişyarbûnekî muhteşem bibe.”

Di daxuyaniya nivîskî ya Bahçelî de hat gotin ku “tawiz ji têkoşîna terorê neyê dayîn û dewlet bazarê neke” û wiha hate gotin: “Bêyî ku bikevin xefikên dûrî aqil ên derdorên ku heta nizanibin dewlet bazarê nake genî bûne, bi yekdestiya Tirk û Sedsala Tirkiye, bi yekdestiya hêzê were temîn kirin. Di van rûpelên dîrokê de wê tu carî cih ji bo muxalifên welat û netewe nebe. Tirkiyeya bêyî teror, Tirkiyeya bi aram, Tirkiyeya hêza super armancekî ye ku ne sibê wê demildest bigihin û emanetê rûmeta me ya siyasî ye.”