Bagiş: Em di çalakiyên 8'ê Adarê de li hev bicivin
Endama Meclîsa Jinan a DBP'ê Aynûr Bagiş bang li hemû jinên li Wanê kir ku bi xurtî tevlî çalakiyên 8'ê Adarê bibin û xwedî li nasname, ked û mafên xwe derkevin.
Endama Meclîsa Jinan a DBP'ê Aynûr Bagiş bang li hemû jinên li Wanê kir ku bi xurtî tevlî çalakiyên 8'ê Adarê bibin û xwedî li nasname, ked û mafên xwe derkevin.
Pêkhateyên Wanê yên Tevgera Jinên Azad (TJA), lez da xebatên xwe yên ji bo çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê.
Endama Meclîsa Jinan a DBP'ê Aynûr Bagiş, xebatên jinan ên li Wanê nirxand û diyar kir, jin di pêvajoyeke girîng de ne. Bagiş got, "Di nava sala dawî de hewl hat dayîn, hemû destketiyên jinan ji holê bên rakirin. Divê em jin, bi berxwedana xwe ya demokratîk pêşî li van êrîşan bigirin û ji sedî sed bi ser bikevin. Pêwîste hemû jinên li Wanê xwedî li ked û mafên xwe derkevin. Bi vî ruhî divê bi xurtî tevlî çaakiyan bibin. Bi taybetî, jin hemû ji bo mîtînga 8'ê Adarê vexwendî ne."
Aynûr Bagiş da xuyakirin, ku ew li nava malan digerin û bi vî rengî xebatên xwe dimeşînin. Li gorî gotinên Aynûr Bagiş, çalakiyên 8'ê Adarê yên li Wan û navçeyên wê bi vî rengî ne:
Di 2'ê Adarê de wê ji parlamenter, hevşaredar û siyasetmedarên girtî re qert werin şandin,
Di 3'ê Adarê de kombûna jinan li Elbakê,
Di 4'ê Adarê de kombûna jinan li Bêgirî û Ebexê,
Di 6'ê Adarê de kombûna jinan li Payîzava û Erdîşê,
Di 7'ê Adarê de kombûna jinan li Qelqeliyê.
Di 8'ê Adarê de wê li navenda Wanê mîtînga jinan bê lidarxistin.