Azadiya Jinên Şengalê Azadiya Mirovahiyê ye

Azadiya Jinên Şengalê Azadiya Mirovahiyê ye

Gelek sazî, tevger û rêxistinên jinan ên li Ewropa bi kampanya xwe ya ‘Azadiya Jinên Şengalê Azadiya Mirovahiyê ye’ banga tevlîbûna kampanyayê li sazî û dezgehên jinan, neteweyên yekbûyî, hemû komeleyên jinan û kesayetên jin ku xwe li hemberî parastina mafên mirovan û mafên jinan berpirsiyar dibînin, kirin.

Tevgera Jinên Kurd ên Ewrûpayê (TJKE), Meclîsa Jinên Kurd ên Êzîdî ya Elmanyayê, Buroya Aştiyê ya Jina Kurd Cenî, Navenda Hevdîtina Jinê Utamara, Nûnertiya Navnetewî ya Tevgera Jina Kurd, Weqfa Jinên Azad, Komîteya Jinan ya KNK û Roj Women bi kampanya xwe ya ‘Azadiya Jinên Şengalê Azadiya Mirovahiyê ye’ bi daxuyaniyeke nivîskî banga tevlîbûna kampanyayê li sazî û dezgehên jinan, neteweyên yekbûyî, hemû komeleyên jinan û kesayetên jin ku xwe li hemberî parastina mafên mirovan û mafên jinan berpirsiyar dibînin, kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşên dijmirovahiyê û hovane yên çeteyên terorê DAIŞ’ê ji hebûna gelên û mezhebên rojhilata navîn re dibe talûkeyek mezin û wiha hat gotin, “Piştî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê bi taybetî Kantona Kobanê, ji destpêka Tirmeha 2014’an ve û dagirkirina bajarê Mûsilê, çeteyên DAIŞ’ê ve êrîşên xwe yên ji destpêka meha Tebaxê vir ve li dijî gelê Kurdên Êzîdî li herêma Şengalê bi dijwartir û hovtir dide meşandin.

Di herêmên, ku çeteyên DAIŞ’ê xwe bi darê zorê bi cih kirine, mirovan bi darê zorê dikin Misilman û gelan bi awayek komî û hov qetil dikin. Avahiyên pîroz ên Êzîdiyan û Xiristiyan tên talankirin û xera kirin. Bi armanca îmhakirina hemû kesên ne Misilman komkûjiyek çandî û olî tê jiyîn. Çeteyên DAIŞ’ê hewl didin dewlemendiya axa mezopotamyayê di warê olî,çandî û dîrokî bidin tune kirin.”

Daxuyanî wiha didome:

“Li gor NY zêdetirî 700 hezar kes ji ber talûkeya mirinê di rêya koçberiyê de ye. Dîsa jî 10 hezar penaberên Wargeha Maxmûrê jî cara 8’emîn li ser rêya koçberiyê ne. Ev wargeh heyanî 7’ê Tebaxa 2014’dan di bin berpirsiyartiya UNHCR bu. Piranî ji van penaberan jin û zarok in.

Li gor raporên heyî tê diyar kirin ku di nav van penaberên Êzîdî zêdetirî zarok û mirovên temen mezin ji ber rewşa trajedîk a birçîtî û tîbûnê di dema koçberiyê jiyana xwe ji dest dan.

Hîna jî 20 hezar kes di çiyayên Şengalê de bê av, nan û dermanan asê mane.

DAIŞ NEYARÊ JINÊ YE

Çeteyên DAIŞ’ê jinan direvînin û li wek amûrên seksê li ‘bazarên koletiyê’ difroşin û tecawîz dikin. Bi nêrînên xwe yên Îslamê rastiya zîhniyeta xwe yê desthilatdar û zordest bi navê olî de didin rewa kirin. Li gor vêya jî ‘zewacên’ cend demjimêran rewa tê dîtin, ji lewra jî firotin û destdirêjiya li hemberî jinê, dîsa jî koletiya jinê wek mafên olî tên destgirtin. Li gor rêxistinên mafên mirovan zêdetirî 1200 jin, li bazarên ku çeteyên DAIŞ’ê li Mûsilê ava kirine, hatin firotin û tecawîz kirin.

DIVÊ JINÊN REVANDÎ JI DESTÊN DAIŞ’Ê BÊN RIZGARKIRIN!

Yekîtiyên dewletên navneteweyî divê yekser bi dijwarî dijî dewletên mîna Qatar, Tirkiyê û Suudî Erebistan, ku çeteyên DAIŞ’ê di warê lojîstîkê, ekserî û siyasî de destek dike, raweste.

Divê zextek li van dewletan bên kirin heyanî dest ji alîkariyên xwe ji çeteyên DAIŞ’ê berdin. Em bang li mirovahiyê dikin ku hemberî çeteyên DAIŞ’ê hevbeş têbikoşe û dawî li qirkirinan bîne. Her wekî din jî divê jinên ku di bin bandora komkujiyê de mane bên ewlekirin û di heman demê de jinên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin bên rizgarkirin.

EM BANG DIKIN: JI BO ZAR Û JINÊN KOÇBER ALÎKARIYA MIROVAHIYÊ!

Çeteyên DAIŞ’ê cihên ku dagirkirinê ji jinan re kirin girtîgeh û wiha ji xwe re derfetên berfirehtir yên êrîşên dijmirovahiyê û dijî jinê diafrînin.

Ji jinan re jiyan girtîgeh û derketina derve ji wan re qedexe kirin. Her wekî din wan bi çarşefên reş girê didin. Jin û keçan sûnet dikin. Ew tên qetilkirin an jî wan tînin asta xwe kuştinê.

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî jinê beşek taybet a komkujiyê ye. Revandin û kolekirina jinan tunekirina exlaqa civakê ji xwe re esas digrin. Di heman demê de jî talankirina malbatan, civakan û nirxên mirovahiyê heyanî nasnameyên hebûnê û rûmetê ye.

Da ku em bikarîbin dijî van çeteyan rawestin pêwîstî bi projeyên demdirêj heye. Him jinên ku hatine revandin û jinên ku dikarîbun xwe ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin.  Pêwîstî bi alîkariyên berbiçav û lezgîn heye, da ku pêşî li mirinê bê girtin. Divê travmayên heyî bi tedawiyek demdirêj bê derbaskirin û ji bo pêşerojek nû li herêma Şengalê ji bo jiyîna jiyanek hevbeş û aram projeyên demdirêj bên amadekirin.

JI QIRKIRINA JINÊ RE NA!

Jin wek amûrek şer tê bikaranîn, ji ber zayenda xwe hîna di zikê dayika xwe de tê kuştin, rastî şîdetên derûnî û fîzîkî tê da ku ji malbatê û civakê re bi berdewamî koletiyê bike, di qada siyasî de jî bi êrîşan rû bi rû ye an jî ji ber vîna xwe ya azadiyê û têkoşîna xwe ya azadiyê daîmlî hewldana tûnekirinê jinê heye. Bi sedan mînakên wiha û jê zêdetir li cîhanê tê jiyîn û daîmî ji nû ve îspat dike ka jinê çawa ji aliyê zîhniyeta desthilatdaran ve tê bikaranîn û rastî qirkirinê tê. Qirkirinek ku tu car wek qirkirinek nehate bi nav kirin nê jî dîtin.

Êrîşên komî yên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî jinê tê meşandin, di esas de qirkirinek stratejîk ya jinê ye, ji lewra jî sûcek mirovahiyê ye. Rêxistinên Terorê mîna çeteyên DAIŞ’ê an jî Boko Haram ji bo tevahiya mirovahiyê tehlûkeyek mezine. Zêhniyeta desthilatdar ya sedsalan bi çeteyên wiha re di dema niha hemû nirxên mirovahiyê bin pê dikin.

Wek li Nîgeria, Kosovo, Raunda, Bosniya, Hindistanê û Koreayê jinan ji ber zayenda xwe rastî şîdetên sîstematîk ya derûnî û fîzîkî û qirkirinê dibin. Niha jî li Şengalê qirkirinek jinê tê jiyîn.

EM LI HEMBERÎ VÊ HOVITÎ NIKARIN Û NAXWAZIN BÊDENG BIMÎNIN!

Ji lewra jî em wek:

Tevgera Jinên Kurd ên Ewrûpayê (TJKE), Meclîsa Jinên Kurd ên Êzîdî ya Almanyayê, Bûroya Aşitiyê ya Jina Kurd Cenî, Navenda Hevdîtina Jinê Utamara, Nûnertiya navnetewî ya Tevgera Jina Kurd, Weqfa Jinên Azad, Komîteya Jinan ya KNK û Roj Women bi kampanya xwe ya ‘ Azadiya Jinên Şengalê Azadiya Mirovahiyê ye’ banga tevlîbûna kampanyayê li sazî û dezgehên jinan, netewên yekbûyî, hemû komeleyên jinan û kesayetên jin ku xwe li hemberî parastina mafên mirovan û mafên jinan berpirsiyar dibînin, dikin.

Bi armanca azadkirin û parastina jinan û zarokan, pêkanîna projeyên alîkariyê û mehkûmkirina qirkirina jinê ku sûce mirovahiyê ye emê xebatên xwe yên enformasyonê û dîplomasiyê bi xurttir bidin meşandin. Her wekî din jî ji bo jinên û zarokên koçberan re berhevkirina alîkariyê tê meşandin. Pê ve girêdahiyê ji bo şopandina rewşa jinan û zarokan dê şandeyên jinan bên rêxistinkirin. Taybet jinên pîspor ên beşa tendurustiyê, civaknasiyê, ragihandinê, hûqûqê û mafên mirovan hwd. dê ji bo alîkariya jinên Şengalê û bi giştî hemû jinên û zarokên koçber bên şandin. Bi rêya van raporan dê projêyên demdirêj bên amadekirin û pêkanîn. Dê bi şandeyên jinan re xebatên kooperatîf bên meşandin.

Dervayê vê jî dê ji bo rastiya komkujiya Şengalê û fêmkirina qirkirina jinê ya li Şengalê bi rêya panel, semîner, civîn û hwd. nirxandinan bên kirin. Dê konferansên cuda bên lidarxistin û bi beşdariya pîsporên jinan re nirxandinên berfireh ji bo rêbazên çareseriyê (bilindkirina têkoşînê) bên tespîtkirin û meşandin.

Bi kampanya me ya bi dirûşma ‘Azadiya Jinên Şengalê Azadiya Mirovahiyê ye’ em bang li We dikin li gor derfetên xwe piştgiriya xwe bidin diyar kirin, da ku dawî li qirkirina jinan re bê anîn. Em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna hevbeş a jinan dê parastin û azadiya hemû jinan bi xwe re bîne.

Der barê zanyariyên berfirehtir hûn dikarin xwe bigihînin van mûxetaban

Di beşa alîkariyê, dîplomasiyê û enformasyonê: Buroya Aştiyê ya Jina Kurd Cenî, [email protected]

Di beşa Şandeyan (Heyet): Nûnertiya Navnetewî ya Tevgera Kurd, [email protected]

Di besa Projeyan: Weqfa Jina Azad, [email protected]

Roj Women, [email protected] Navenda Hevdîtinan Jinê Utamara, [email protected]

Di besa axaftvanan ji bo semîner hwd.: Buroya Aştiyê ya Jina Kurd Cenî