‘Azadiya jinê encama têkoşîna Sara ye’

Endama Komîteya Şehîdan a PJAK’ê Avesta Herekol, derbarê komploya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an de got “Tovên azadiyê yên bi destê Sakîne Cansiz ve hatî çandin, îro bûye sembola azadî û berxwedaniyê.”

Endama Komîteya Şehîdan a PJAK’ê Avesta Herekol, komploya Parîsê ya di 9’ê Çileya 2013’an de ji ajansa me ANF’ê re nirxand û pirsen rojnamevan Barîn Serdem bersivand. Avesta di axaftina xwe de got ku “Tovên azadiyê ên bi destê Sakîne Cansîz ve hatî çandin îro bûye sembola azadî û berxwedaniyê.”

Hûn jî dizanin 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê komkujiyek pêk hat û di encama vê komkujiyê de sê jinên şoreşger hatin qetilkirin. Li pişt komkujiya Parîsê kî hebû, çima ev komkujî li Parîsê pêk hat?

Di serî de em salvegera şehadeta heval Sara, Fîdan û Leylayê de, em wan bi bîr tînin û soza mezinkirina tekoşînê wan dubare dikin.

Em dîroka Kurdistanê bînin bîra xwe, em ê bibînin ku di her serdemekê de, pêşengên Kurd li hember siyaseta qirker serî rakiriye. Bi komployan, komkujiyan ev kes hatine tunekirin. Pêşengtiya heval Sara, sekna wê, berxwedayîna wê bala dijmin kişand. Ji ber vê jî ji bo ku li dijî jineke Kurd desthilatdariya xwe bidomîne kete liv û tevgerê. Dibe ku di ragihandina cîhanê de kujer di şexsê kesekî yan jî dewletekê de derxistin holê, lê belê di rastî de ev komplo bi destê gelek hêzên hegemon ve hate kirin ên ku di komploya navneteweyî de cih girtibûn. Jixwe Fransayê digot, “Bêyî haya me çûkek jî nikare bifire” heke destûra dewleta Fransayê tunebûya wê ev komplo pêk nehata. Bêguman di komkujiyeke wisa de wê haya dewletê jî jê hebe. Jinên pêşeng ên wekî Clara Zetkîn jî li Parîsê têkoşiyabûn. Di şexsê heval Sara de xwestin dawî li têkoşîna jinan bînin. Ango dewlet bi eşkereyî vî tiştî dibêjin ‘Hûn çi bikin jî em ê kevneşopiya xwe ya komploger bidomînin’ Dibe ku di warê fîzîkî de gihiştibin armanca xwe lê ev bûyer bû sedema serhildanê. Jinên cîhanê, jinên Kurdistan û Rojhilata Navîn bi berxwedana xwe ev komplo pûç kirin.

Bi qetilkirina Sara, Leyla, Fîdan kujeran xwestin çi peyaman bidin, çima Sara?

Çanda komplogerî di dîrokê de her tim li ser gelê Kurd kirin. Bi taybet jî li ser Dêrsimê qetlîamên bi şêwazên herî wehşî pêk hat. Heval Sara jî keça Dêrsimê bû. Dema çavê xwe li cîhanê vedike, di nava çanda berxwedêr û jinên tekoşêr de mezin dibe. Di nava civakek ku Kurd hatiye tunekirin ji çanda xwe hatiye dûrxistin û helandin, di nava neteweyek wiha de ku jin hatiye perçiqandin heval Sara vêya dibîne. Heval Sara tekoşînê digihijîne asta lûtkeyê. Ya rastî tekoşîna Sara ji bo dijmin tirseke herî mezin bû. Ji ber wê jî êrîş li ser şehîd Sara kirin.

Rêber Abdullah Ocalan ji bo Sara dibêje; “Azadiya jinê encama tekoşîna Sara ye” Bi vê gotinê Rêber Abdulah Ocalan dixwaze çi bibêje?

Heval Sara kesayeteke wiha şerker bû û digot; “Jiyana min her tim şer bû.” Serokatî jî tekoşîna Heval Sara ji nêz didît û nas dikir. Serok roj bi roj hewldanên wê yên azadiyê dişopand. Rêbertî dixwest ku em tevgera jinên azad vê rastiyê bibînin. Asta ku îro em gihiştinê di encama tekoşîna heval Sara de ye. Em hemû şopdarên Heval Sara ne. Bi têkoşîn û berxwedanên di zindana Amedê de, ew bû sembola berxwedaniyê. Ev têkoşîn û berxwedan hişt ku li her çar parçeyên Kurdistanê, jinên pêşeng di şopa şehîd Sara de bimeşe. Îro li Rojava berxwedayîna jin her wiha li Başûr, Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê bi hezaran jinên şoreşger derketin û bi qehremanî şer kirin. Li Rojavayê Kurdistanê rêhevalên wek Arîn Mîrxan, Avesta Xabûr derketin li Rojhilatê Kurdistanê di şexsê Şîrîn Elemhûlî de ev berxwedan derket holê. Heval Şîrin di zindana Evîn de li hemberî eşkenceyên dijmin bi hêza ku ji heval Sara girtiyî ve berxwedayînek bêhempa meşand. Bi hezaran mînakên din heye ku bi dilsozî di xeta heval Sara de têdikoşin.

Eger mirov ji Xwişkên Mîrabêl heta komkujiya Parîs û îro jî Rojava, heval Hevrîn û Amara bi şêwazên hovane bûn hedef. Pergal her tim jinên pêşeng dike hedefa xwe, jin li hember vêya bi kîjan rêbazê ve têbikoşe?

Feraseta ku xwişkên Mîrabel bi komployekê tunekirin û feraseta ku li Parîsê ev komkujî, pêk aniye heman feraset e. Feraseta ku li Rojava Hevrîn Xelef jî qetilkirî ya ku Dayê Eqîde jî qetil kiriye heman feraset bû. Di bingeha hemû ferasetan de jî ji tekoşîn û berxwedana jinê ditirsin. Ji ber ku jin bi tevahî hêza xwe ve tevlî tekoşîn û berxwedanê dibin. Bêtirs û bêyî ku li berjewendiyên xwe bifikirin, tenê ji bo welatê xwe ji bo azadiya gelê xwe û ji bo hebûna xwe şer dikin. Dijmin jî dixwaze wî gelî tune bike ji bo wê jî destpêkê jinê tune dike. Ji ber wê jî destpêkê yên ku pêşengtiyên dikin, dibin hedef. Mînak Dayê Eqîde li ser fikr û felsefeya Serok Apo dimeşiya. Heval Amara jî bi şêwazeke hovane hate şehîtxistin, piştre jî bi cenazeyê wê ve hat lîstin. Rewşên ku mirovatî qebûl nake bi van şêwazên hovane li ser jinên berxwedêr tê kirin. Dixwazin berxwedayîna jinan bi vê şêwazê lewaz bikin. Lê belê jin her ku diçe li dijî vê feraseta li ser şopa şehîd Sarayan tekoşîna xwe didomînin.