Ayna: Aboriya alternatîf aboriya komunal e
Ayna: Aboriya alternatîf aboriya komunal e
Ayna: Aboriya alternatîf aboriya komunal e
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna ya di komxebata amadekariya Konferansa Aboriya Demokratîk de axivî diyar kir ku pêwîst e aborî ne li gor kar li gor pêdiviyan bê pêşxistin û modela aboriya alternatîf aboriya komunal e.
Komxebata amadekariya Konferansa Aboriya Demokratîk a ji aliyê KCD, DTSO, Şaredariya Bajarê a Mezin a Amed, Mêrdîn, Wanê hat lidarxistin di moderatoriya endama Desteya Rêveber a HDP’ê Yurdusev Ozsokmenler de dewam kir. Di duyemîn rûniştinê ya bi serenava "Rêveberiyên xwecihî û bi nêrîna jin re pêvajoya bajarvaniyê” de Besîme Şen a axivî diyar kir ku bajarek dema xwe ava jî dike pêvajoyeke aboriyê ye û got, "Li vir eger em ji bo avakirina polîtîkayeke têkildarî xweseriya demokratîk hene û ger em dibêjin ku ev girîng e, pêwîst e em li herêmê binêrin. Em xwedî tecrûbeyên ku dikarin xwe bihêz bikin.”
DI ABORIYÊ DE JIN NÎNE
Şaredara Berê ya Nisêbînê Ayşe Gokkan jî diyar kir di pergala dewletê bi tişta tê fêrkirin re aborî, wek şîrketên navneteweyî, bayiyên herêman û şaxên wan tên zanîn û di nav vê aboriyê de jin nîne. Gokkan wiha dewam kir: “Çavkaniyên herêmî yên li Kurdistanê ne di destê zilaman de ne jî. Sîstema dewletê ya mêtînkariyê pêk tîne dest daniye ser van hemûyan. Di van çavkaniyan de rola jinê tine ye.”
ABORIYA CIVAKÎ YA BEŞDAR
Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel jî anî ziman ku rêveberiyên xwecihî wek rêveberiyên demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya cinsiyetê tarîf dikin û aboriya civakî ya beşdar esas digirin. Akel anî ziman ku sîstemên bi dewlet di mijara xwe ji nû ve ava bike û krîzan de bajaran bi kar tîne û wiha got: “Lewma em avakirina xweseriya demokratîk dikin armanc. Em vê di zerreya herî biçûk a jiyanê de wek îradebûn û komulbûnê dibînin.”
NE JI BO KAR JI BO PÊDIVIYAN HILBERÎN
Axaftina dawiyê ku Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna kir, anî ziman ku dema mirov modela aboriyê nîqaş dike divê aboriya pergalê red bike. Şertê pêş ji bo avakirina modela aboriya li dijî kapitalîzmê ev e ku pêwîst e mirov modela kapîtalîst red bike. Ayna anî ziman ku ev redkirin dema bibe civakî wê bigihije armanca xwe.
Ayna di dewama axaftina xwe de got ku modeleke siyasî esas digirin, ev jî xweseriya demokratîk e, şêwêzê wê yê rêxistinkirinê jî pergala avabûna konfederal a demokratîk û şêwazê rêxistinkirina vê ye û wiha got: “Dîsa yek ji bingeha modela aboriyê ev e ku ekolojîk e. Kesên li ser axekê dijîn, divê pêdiviyên xwe ew bi xwe diyar bikin. Li gor çavkaniyên xwe biryar bidin ka wê çi biçînin. Navê wê jî piştevaniya demokratîk e. Jiyana li wir aîdî hemû civakê ye. Dîsa ev model li dijî newekheviya cins e. Divê hilberîn ne li gor serfkirinê li gor pêdiviyan be. Navê vê modela aboriya komunal e."
Wê komxebat sibe jî dewam bike.