Parlementerê CHP'ê yê Dêrsimê Huseyîn Aygun, piştî serbest hate berdan li Dêrsimê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku piştî rêwîtiya 2 rojan a li çiyê serbest hate berdan. Aygun, diyar kir ku kesên ew birin 6-7 kesên ciwan bûn û bi rêzdarî nêzî wî bûn. Aygun, da zanîn ku ji wî xwestin ku agirbest bê îlankirin û ji bo aştiyek mayinde gavan bavêje.
Gerîlayên HPG'ê ku roja yekşemê Parlementerê CHP'ê yê Dêrsimê Huseyin Aygun dema ji Pilûrê diçû Dêrsimê binçav kiribûn, piştî 48 satean li cem xwe girtin îro saet li dor 18.40'an serbest berdan. Aygun, piştî çû Dêrsimê daxuyanî da çapemeniyê. Aygun anî ziman ku ji bo aytiyek mayinde û agirbest pêk bê ew birin û wiha got: "Ciwanên ku ev çalakî pêk anîn ciwanên vî welatî ne. Xwestin em agirbestê îlan bikin. Diyar kirin ku polîtîkayên CHP'ê di aliyê çareseriya pirsgireka kurd de erênî ne, lê têr nakin. Xwestin ku partiyên din jî di vî alî de gavan bavêjin. Diyar kirin ku çareseriya pirsgirêkê bi Xweseriya Demokratîk pêk tê. Anîn ziman ku pirsgirêk bi çekan çareser nabe û ji min xwest ku di aliyê agirbestê û gavên aştiyê de di nava hewldanan de bim.
'MIN SOZA EZ JI BO AŞTIYÊ BIXEBITIM DA WAN'
Aygun, anî ziman ku ciwanan ji wî xwestin ku ji bo agirbest pêk bê û aştiyek mayinde pêk bê ew ragirtine û wiha got: "Ji min xwestin serbixwe parlementeriyê bikin. Min got ez di bin siya çekan de nikarim biryareke wiha bikim. Ez ji ber parlementerê Dêrsimê kêfxweş im. Hemû ciwan naxwazin bi rêbaza çekdarî pirsgirêkê çareser bikin. Dixwazin bi riya siyasetê pirsgirêkê çareser bikin. Hemû dixwazin li malê vegerin. Dixwazin bi rêya demokrasî û aştiyê pirsgirêk çareser bibe. Hemû ciwan in. Hemû ciwanê vî welatî ne. 2 rojan ev herêm dihat bombekirin. Me bombebaran temaşe dikir. Em 5-6 kîlometre dûrî Qereqola Cendirmeyan a Turunoba bûn. Ji ber vê yekê diyar kirin ku bi rêya çekan pirsgirêk ne çarî ye. Pir hurtem nîşanî min dan. Rêzdarîyê bûm. Xwestin bi taybetî CHP ji bo rawestandina xwînê û bi taybetî ji min xwestin di nava hewldanan de bûn."
Aygun, da zanîn ku rê girtin ew nas dikirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: Zor bikar neanî. Ji bo ku alozî dernekevin û pevçûn dernekevin min dildarî qebûl kir ku ez çûm. Min 5-6 saetan rêwîtî kir. Min dizanîbû ku ez di ber xwe bidim dê alozî derkevin û pevçûn derkeve ji ber wê min dengê xwe nekir. Ez 2 rojan li çiyê mam. Min berîya çiyayê Dêrsimê kiribû. Lê bila kes dernekeve çiyê. Bertekên li dervê ev pêvajoya binçavkirinê kêm kirin. Koma ji 6-7 kesan pêk dihatin pir bi rêzdar bûn. Xwezî hemûyan zanîngeh xwendibûna. Tu helwpesta wan a li hemberîe min tune bûn. Xwestin propaganda siyasî bikim. Ciwanan diyar kirin ku ew wekî parlementerekî dost dibînin û xwestin parlementerî serbixwe tev bigerin. Serê sibê Bahoz Erdal geriya. Li ser çalakiyê agahî girtin. Min soz da wan ku ez piştgiriyê bidin wan û ji bo aştiyê pêkan tev bigerim."
Aygun da zanîn ku gava wî rêwî kirin, wî hembêz kirin û maç kirin.