Aydin: Pêwîste jin tekoşîneke mezin bimeşînin

Aydin: Pêwîste jin tekoşîneke mezin bimeşînin

Yekîneya Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê bi armanca jin mafên xwe zanibin perwerdehiya "Femînîst û mafê jinê" da.

Bi hevbeşiya Yekîneya Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê û Komeleya Nû ya Mafên Mirovan ya Jinê KÎHEP'ê li Daîreya Xizmeta Civakî ya Sûmerparkê "Pewerdehiya Mafê Jinê hat dayîn. Bi tevlîbûna 10 jinan, serokê Yekîneya Jinê Muzeyyen Anil Aydin li ser mijarên "Femînîs û Mafan" ders da. Muzeyyen Anil Aydin diyar kir ku, armanc dikin ku jinan di derbarê mafên xwe de zane bikin û ji bo ku bikaribin mafên xwe biparêzên perwerdehiyê didin. Aydin anî ziman ku beriya ku jinek were dinê li ser wê plan û proje tên amade kirin û wiha axivî: "Ji bo ku em bikaribin mafên xwe biparêzên pêwîste em jin tekoşînêke mezin bidin."

Fatma Aslana ku, tevlî perwerdehiyê bû jî diyar kir ku ew di vê perwerdehiyê de zana dibin û wiha axivî: "Emê çawan nêzî kêşeyên ku di malê de tên jiyan kirin bibin û em dê çawan karibin mafên xwe biparêzin li ser van em zane dibin."

Di rojên pêş de, dê perwerdehî bi mijarên "Mafê jin û zayendî", "Jin û siyaset", "Jin û rêxistin bûyîn" bi dome.

Her rojên înê û çarşemê dê perwerdehî bê dayîn.