Avesta destana lehengiyê nivîsand

Koordînasyona Jinê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk: Avesta li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê, li gundê Hemamê bi çalakiya xwe ya fedayî destana lehengiyê nivîsand.

Koordînasyona Jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, der barê şervana YPJ'ê Avesta Xabûr li ku Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiya fedayî pêk anî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Kordînasyonê wiha ye: "Careke din jinên kurd li Rojava isbat kirin ku ew sembola rûmeta hemû mirovahiyê ne.

Duh bû Arîn Mîrkan li Kobanê û îro Avesta Xabûr li Efrînê berxwedana dîrokî nîşan dan. Deweleta Tirk û çeteyên wê ku li pêş çavên hemû cîhanê û bêdengiya civaka navneteweyî, bi hemû cûreyên çekan êrîşî Efrînê dike. Lehenga me Avesta çalakiyek fedayî li dijî alavên kuştinê yên Tirkiyê lidar xist û bi xwîna xwe efsaneyên lehengî û fedekariyê nivîsandin. Ji hemû cîhan re isbat kirin ku ti hêz naghêje hêza eşqa jinan ji xak û azadiya xwe re.

Berxwedan mîrateya jinên Sûriyeyê ya ji bo jiyana bi rumet e. Artêşa Tirk çiqasî êrîşên xwe dijwar bike, wê nikaribe armancên xwe pêk bîne û îradeya jinan a ji bo pêkanîna azadiyê rawestîne.

Em wekî Koordînsayona Jinan a Rêveberiya Xweser di destpêkê de sersaxiyê ji xwe re û hemû jinên chan ji bo şehadeta qehremana me Avesta Xabûr dixwazin. Di heman demê de em bejna xwe li ber berxwedana wan ditewînin. Her wiha em bang li civaka navdewletî û hemû rêxistinê mafên mirovan û hiqûqî û insanî dikin ku di zûtirîn demê de destwerdanê bikin da ku êrîşa hovana ya dijminane ya dewleta Tirk li ser Efrînê rawestîne. Em wan ji êrîşa li ser Efrînê û komkujiyên li dijî gelê me yên Efrînê li ser destê Artêşa Tirk a dagirker û hevkarên wan tê, berpirsyar dibînin."