Endama Komîteya Birêvebir a PKK’ê Sozdar Avesta ''Ev pêngavek leşkeri, rêxistînî ye û derxistina dijmin a ji Kurdistanê armanc dike, yanî operasyonek şoreşgerî ye. Wekî berê çalakiyek nîn e ku gerîla lê bixin û paşve vekişin, operasyonek mayînde û domdar e.''
Endama Komîteya Birêvebir a PKK’ê Sozdar Avesta di daxuyaniya da malpera fermî ya PKK’ê (http://www.pkkonline.com) bal kişand ser tevgera şoreşgerî ya gerîlayên HPG’ê ya li Colemêrgê û bang li ciwanên Kurd kir ku tevlî nava refên gerîlayan bibin.
Daxuyaniya Avesta wiha ye: “Tevgera şoreşgerî ku gerîlayên HPG’ê di 23’yê Tîrmehê de li Şemzînanê daye destpêkirin, pêngavek nû ye. Ev hereketa ku 15 roje dom dike, bandorek mezin li ser civakê û herêmê pêk aniye. Di vê pêvajoya dîrokî de hevalên ku bi terzê Apocîtiyê û lehengî têkoşiyan û şehîd ketin bibîr tînim û bejna xwe li ber wan di tewînim. Her wiha hevalên tevlî vê operasyonê bûne silav dikim û vê pêngavê li tevahiya Kurdistanê pîroz dikim. Pêngava li Şemzînanê hatiye destpêkirin, bêguman di encama amadekariyeke bi zanebûn hatiye destpêkirin. Ev pêngavek leşkeri, rêxistînî ye û derxistina dijmin a ji Kurdistanê armanc dike, yanî operasyonek şoreşgerî ye. Wekî berê çalakiyek nîn e ku gerîla lê bixin û paşve vekişin, operasyonek mayînde û domdar e. Bandorek gelekî mezin li ser rayedarên Tirkiyeyê çêkiriye, çapemeniya wan bêdeng kiriye. Jixwe destpêkê qet cîh nedanê. Lê çapemeniya azad, çepemeniya kurd ev operasyon bi awayekî berfireh ji raya giştî re ragihand û rûyê dewletê û çapemeniya wan nîşan da. Di rojên dawî de jî rayedarên tirk neçar man ku îtîraf bikin. Êdî wezîrên hikûmetê dibêjin “Li Şemzînanê tiştên cidî di qewimin, em li ser di sekinin”. Lê vê carê jî bi derew û dezenformasyonê dixwazin rewşa heyî berevajî nîşan bidin. Gotinên xwe yên klasîk dubare dikin, wekî çalakiyekê dinirxînin. Dibêjin hêza PKK’ê têrî vê operasyonê nake. Lê hemû kesî dît ku dema PKK hêza xwe datîne holê encamê çawa derdixe. Niha pêngava duyemîn a vê operasyonê hate destpêkirin û li Çelê gerîla li hemberî 19 baregehên çalakî pêk anîn û Şemzînan temam kir. Êdî dem dema gerîla ye, hêza xwe nîşan dide. Ev operasyon wekî “tolhildana Arjînan, Mahîran, Hemzayan” hatiye binavkirin. Ev dê berdewam bike. Di operasyonan de 100 leşker hatine kuştin, lê dewlet vana nîşan nade, 10 kesan nîşan dide, dixwaze ser operasyonê bigire. Lê bila gelê me baş zanibe ku agahiyên ku çavkaniyên gerîla didin rast in. Ev operasyona evqas mezin êdî nayê veşartin.
Ev operasyonek mezin e û bandora wê êdî nayê veşartin, hêzên derve jî vê yeke dişopînin. Hêzên dijber dê dîsa hewl bidin ku piştgiriyê bidin dewleta tirk. Lê Tevgera Azadiya Kurdistanê êdî pêvajoya şoreşê dijî. Li rojava, li bakûr, li başûr û rojhilatê Kurdistanê dema şoreşê dijî. Ev pêvajoya parastina nirxan û bidestxistina azadiyê ye. Herêma Botan û Behdînanê di têkoşîna azadiyê de cihekî girîng e. Ev ji pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an ve wiha ye û gerîla li van deran bi bandor e. Ev operasyona dawî tola zarokên kurd ên hatine qetilkirin, tola îşkenceyên li zindanan e û herî dawî jî tola êrîşên li ser Rêber Apo ye. Ev tenê berxwedan nîn e, ev êdî serhildan e û îradeyek ji polan e.
BILA HEMÛ KEÇ Û XORTÊN KURD CIHÊ XWE BIGIRIN
Opersoyna gerîla bi her awayî ruhekî fedaî ye. Pêngaveke gelekî pîroz e û bonderek mezin li ser gelê me çêkiriye. Dijmin jî şaş kiriye, civîn li ser civînan lidar dixin. Bi awayekî bê exlaqî dibêjin “ev bandora Beşar Esad e, Esad ev plan kiriye”. Ev bêçaretiya wan e, derewa herî mezin e, propagandaya reşkirinê ye. Gelê me, hêzên derve jî vê yeke dizanin. Gerîla dê li her aliyê Kurdistanê destkeftiyan bi parêz e. Roj roja xwedî derketina li van destkeftinan ne. Di vê çarçoveyê de me bang li hemû ciwanên kurd dikin ku tevlî refên gerîla bibin, her wiha bang li keçen kurd dikin ku tevlî refên YJA Star bibin.
RUHÊ 15’Ê TEBAXÊ DIDOME, ÊDÎ HER ROJ 15’Ê TEBAXÊ YE
Hemleya Şemzînanê di salvegera hemleya 15’ê Tebaxê de pêk tê. Gelekî bi watedar e, di 15’ê Tebaxa sala 1984’an de garîlayên Kurdistanê bi komek biçûk ketin Dihê û Şemzînanê. Wê deme ruhek fedaî û baweriyek xurt hebû. Niha jî Şemzînan di bin dorpêçkirina gerîla de ye. Ev ruhek e, ruhê 15’ê Tebaxê didome. Ciwanên ku di 15’ê Tebaxê de nebûn, niha Şemzînan dorpêç kirine. Şopdariya fermandarên wê deme Mahsum Korkmaz (Egît), Mehmet Sevgat (Bedran) û Mustafa Yonden ( Erdal) e. 15’ê Tebaxê rihek, îradeyek, tevgerek, civakek ava kir. Lewre jî Rêbertiyê got, “bi 15’ê Tebaxê re qereqolên di serê gelê me de hatine avakirin, hatin hilweşandin”. Ger ku pêngava 15’ê Tebaxê nebûya gele kurd nedihat zanîn û nasîn jî. Li gel vê yekê dijmin her aliye Kurdistanê li qereqolan û teknîkê tije kir, lê nekarî vê ruha serhildir têk bibe. Ev pêngav berdewam dike. Gerîlayên Kurdistanê li Şemzînanê dîsa dîrokê dinivîse. Her wiha li Dihê jî vê yeke dike, çend roj beriya niha li wir jî çalakî hate lidarxistin. Li Botan û Behdînanê rojên dîrokî tên jiyandin. Ev pêngav dê bidome, ji bo berdewamkirina wê jî hemû milîtanên PKK û PAJKR’ê, her wiha hemû gelê, li welat û derveyî welat li gorî vê pêngavê tevbigere û tevlî pêvajoyê bibe. Ji bo gerîlayên Kurdistanê êdî her roj 15’ê Tebaxê ye. Êdî tola gelê, şehîdên me tê hilgirtin. Di vê çarçoveyê de em vê pêngavê dîsa li gelê xwe pîroz dikin. »