Artêşa Iraqê ji bo dorpêçkirina Mexmûrê cardin kete nava tevgerê

Leşkerên artêşa Iraqê ji bo dorpêçkirina Mexmûrê cardin ketin nava tevgerê. Xelkê Mexmûrê li dijî dorpêçê li ber xwe dide.

Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê hewl dide derdora wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike. Ji bo vê jî bi sedan leşker, tevî wesayîtên zirxî û wesayîtên kar şandiye derdora wargehê.

Lê berxwedana xelkê Mexmûrê ya dijî vê dorpêçê, bê navber dewam dike. Xelkê Mexmûr 8 rojin di konên berxwedanê de li ber xwe didin û dibêjin ew ê bi ti awayî nehêlin li ser daxwaza dewleta Tirk dora wan were têlkirin.

Artêşa Iraqê carek din hewl dide bi çek, teqemenî û wesayîtên zirxî di aliyê semta Şehîd Robar de li derdora bîrên ku ava wargehê jê tên, dorpêç bikin. Xelkê Mexmûrê li hemberî vê yekê li ber xwe dide.