HEVPEYVÎN

‘Armanca me, binpêkirin û sûcên li dijî jinan şopandin e’

Navenda Parastin û Lêkolînê ya Mafên Jinan, bi desteka hiqûqî ya ji bo jinan re li dijî qanûnên cihêkariyê têdikoşe. Her wiha sûcên şer û binpêkirinan belge dike, dosyayan radestî dadgehên sûc ên navneteweyî dike.

LI ROJAVA TÊKOŞÎNA JINÊ

Navenda Parastin û Lêkolînê ya Mafên Jinan li bajarê Qamişlo ye û roleke girîng di mafên jinan û wekheviya zayenda civakî de dilîze. Li Reqa, Kobanê, Şehba, Heleb û Hesekê weke navend bi civakên herêmî re di nava têkiliyê de ye, binpêkirinên maf û zehmetiyên cuda yên ku jin dijîn tesbît dike û li gorî wê çareserî peyda dike. Bernameyên perwerdeyê, atolye û semîneran bi rêxistin dike, jin di mijara maf de hişyar dike û hewl dide hişmendiya civakî li ser wekheviya zayendî zêde bibe.

Her wiha li Brûkselê jî ofîsekê girêdayî navendê heye û li dijî binpêkirinên li dijî jinan ên li gelemperiya cîhanê têdikoşe. Navenda ku ji bo jin di jiyana civakî de hê aktîftir rol bilîze projeyên xurt pêş dixîne, li dijî şîdet û cihêkariyê têdikoşe û platformên cuda yên jinan pêş dixe ku dengê wan bide bihîstin.

Endama Navenda Parastin û Lêkolînê ya Mafên Jinan Parêzer Aynûr Paşa, têkîldarê xebatên navendê axivî. Aynûr Paşa got, “Ji bo mafên jinan û wekheviya zayendî ya civakê em xebatên xwe dimeşînin. Ji bo çareseriyên zehmetî û pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû dimînin û avakirina hişmendiya civakî, xebateke berfireh heye. Navenda me ji bo parastina mafên jinan hem di aliyê herêmî hem jî navneteweyî de proje û kampanyayên cuda organîze dike."

Aynûr Paşa, diyar kir ku di sala 2019'an de Navenda Parastin û Lêkolînê ya Mafên Jinan hatiye avakirin û got, "Navenda ku ji aliyê komek jinan ve hat avakirin, li ser jiyana jinên Êzidî yên li Bahozê hatin rizgarkirin rawestiya. Me bi van jinan re hevpeyvîn kir û serpêhatiyên wan belge kirin. Li ser agahiyên jinên Êzidî yên hatine rizgarkirin, me xwe gihand jinên DAÎŞ'ê yên li Kampa Holê jî. Hin jin hebûn neçar manbûn ku tevlî DAÎŞ'ê bibin. Me li Kampa Holê bi jinên DAÎŞ'î re hevdîtin kir û me li çîrokên cuda yên her yek ji wan guhdarî kir û bi vî rengî bingeha navendê hat danîn."

Aynûr Paşa, anî ziman ku armanca wan a sereke parastina mafên jinan e û got ku ew li dijî qanûnên cihêkar ên li dijî jinan têdikoş in. Paşa, diyar kir ku ew binpêkirinên maf ên li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve dagirkirî, belge dikin û destek didin jinan.