Amed wê ji bo jinên cîhanê re mazûvaniyê bike
Amed xwe amade dike, di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de ji kombûna jinên cîhanê re mazûvaniyê bike.
Amed xwe amade dike, di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de ji kombûna jinên cîhanê re mazûvaniyê bike.
Amed xwe amade dike, di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de ji kombûna jinên cîhanê re mazûvaniyê bike.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevseroka DBP'ê ya Bajêr Hafîze Îpek û endamên Meclîsa Jinê ya KJA, bi wesîleya temambûna xebatên ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, îro li avahiya KCD'ê civîneke çapemeniyê lidar xistin. Îpek di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku çalakiyên îsal wê bi dirûşma "Bi jina li Kobanê li ber xwe dide re em xwe birêxistin bikin, jiyanê azad bikin" werin lidarxistin û der heqê bernameyê de ev agahî da: "Meşa ku em ê di 6'ê Adarê roja Înê li Nisêbînê destpê bikin, di 7'ê Adarê de li Mêrdînê, di 8'ê Adarê de jî wê li Amedê be. Em bang li tevahiya jinan dikin ku li hev bicivin, piştevaniya hev bikin û têkoşîna xwe xurt bikin."
BANGA LI HEMÛ JINAN
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî da xuyakirin ku destpêkirina Meşa Jinên Cîhanê ji herêmê gelekî girîng e û destnîşan kir ku pêwendiya vê pêşketinê yekser bi şoreşa jinê ya li Rojava re heye. Kişanak got, "Îro tevahiya rêxistinên jinan ên li cîhanê berê xwe dane şoreşa jinê ya li Rojava. Ji şoreşa jinê ya li Rojava hêz û moralê digirin. Ji ber vê yekê xwestin di 8'ê Adara îsal de li vir bin." Kişanak da xuyakirin ku li Nisêbîn, Mêrdîn û Amedê wê 4 rojan çalakî werin lidarxistin.
Kişanak bang li hemû jinên li Amedê kir ku di 8'ê Adarê de dakevin qadan û got, "Bi vê wesîleyê dixwazim bangekê li hemû jinan bikim. Her 8'ê Adarê gelekî girîng bûn, lê ji bo me 8'ê Adarê îsal xwedî girîngiyeke cuda ye. Hemû jinên cîhanê wê li vir bin. Hemû tevgerên jinan wê li vir bin. Derfetên azadiyê yên me li vê derê derxistin holê, bi parvekirina şoreşa jinê re em ê li tevahiya cîhanê belav bikin û mezin bikin. Lewma bang li tevahiya jinan dikim ku bi xurtî tevlî çalakiyan bibin."