Buroya Aştiyê ya Jina Kurd Cenî her sal di meha hezîranê de Festîvala Zîlan li dar dixe. 8. Festîvala Zîlan îsla di 16'ê Hezîranê de li bajarê Elmanya Gelsenkirchen dest pê dike.
Festîvala Zîlan a ku bi şîara ' ji Ocalan re Azadî ji Qirkirinê re Bes e' tê li darxistin, bernameya wê jî têr û tijî ye. Hemleya Jinên Kurd Edî Bese a Neteweyî ya li hemberî polîtîkayên înkar û îmhakirinê dane destpêkirin, mijareke sereke ya festîvalê ye.
CENÎ: EM BI RENGÊ XWE DI FESTÎVALÊ DE BÊN CEM HEV
Buroya Aştiyê ya Jinê Cenî derbarê amadekariyan de agahî dan û banga tevlîbûna Festîvalê kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, “ Em dixwazin xweşikbûna Jinbûyinê û rûmeta wê îsal careke din bi herkesî re parve bikin. Û em bang li hemû jinan dikin, ku bi rengên xwe, fikrên xwe, siloganên xwe û hestên xwe tevlî festîvalê bibin.”
Komîteya Amedekariyê ya çend roj berê kom bû derbarê bernameya Festîvalê agahî da. Bernameya Festîvalê ya ku ji du beşan pêk tê, gelek dewlemend e.
Di beşa yekemîn de rastiya qirkirina siyasî, binçavkirina jin û zarokan û li ser pêla girtin û binçavkirinan wê panel bên pêk bên. Di nava axaftvanên panelan de jî siyasetvan, huqûqnas û nûneyên tevgera jinê û mexdûrê girtîgeha Pozantiyê Ciwanê Kurd Agît Bagriyanik hene.
Di beşa Çandê jî hunermendên jin ên ji Kurdistan, Tirkiye û Ewrûpayê wê hunera xwe pêşkeş bikin. Hunermend wê hest hesret, raperîn, berxwedan, heskirin û hêrs ên jinan vedibêjin bi hunera xwe vebêjin û hunerên xwe yên cûda jî pêşkeş bikin.
Hunermendên ku wê derkevin ser dikê jî ji hev rengîntirin. Ji wan hunermendan çend nav ev in; Hunermend Rojan, Feryal Öney, Zelal Gökçe, Şehrîbana Kurdî, Koma Govend, Koma Erbane Ya Jinan.