Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl banga Rêber Apo û bûyerên li Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand.
Aldar Xelîl anî ziman ku 27'ê Sibatê roja ragihandina banga Rêber Apo rojeke dîrokî bû, mohra xwe li dîroka cîhanê xist û got, "Bi vê bangê re ne tenê di dîroka Kurdistanê de di dîroka tevahiya herêmê de rûpeleke nû destpê kir. Ji ber ku di rêbaz, paradîgma û felsefeya têkoşînê de guhertin çêbû. Ji bo pêkhatina mafên gelê Kurd û mafên demokratîk bangeke dîrokî bû.
Di her sedsalî de û di her qonaxê de model, fikir û felsefe di jiyana mirovahiyê de hene ku xwe didin pêş. Di sedsala derbasbûyî de felsefeya Marksîst dihate pejirandin. Di sedsala 21'ê de jî 27'ê Sibata 2025'an bû wesîleya afirandina rûpeleke nû ku xwe dispêre fikrê civaka demokratîk a dîroka azadiyê ya Kurdistanê.
Ya rast Rêber Apo 20 sal in ji bo civaka demokratîk û neteweya demokratîk nivîsî û têkoşiya. Tevgera Azadiyê jî li ser vê bingehê gelekî têkoşiya. Lê belê îro guhertineke bingehînî hate ragihandin. Ne tenê rêbaza têkoşîna heyî hate guhertin, bi giştî tê wateya guhertina bingeha têkoşînê."
Aldar Xelîl anî ziman ku bang dîrokî ye, lewma bandora wê ne tenê li ser herêm, rêxistin û gelekî be û got, "Asoyekî siyasî ye, asoyekî têkoşînê ye. Asoyekî felsefîk û îdeolojîk e ku wê bandorê li tevahiya herêmê û cîhanê bike. Rêber Apo di dîrokê de rûpelekî nû vekir. Bêguman hêzên hegemonîk û mêtinger wê bixwazin vê yekê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Lê belê hêzên dilxwazên azadiyê jî wê bixwazin vê derfetê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin û armancên xwe bi ser bixînin. Yanî heta niha rêbazeke têkoşînê hebû, ji niha û pê ve wê bi rêbazeke nû têkoşîn dewam bike. Têkoşîn nasekine, lê belê li pêşiya vê yekê wê zehmetî û astengî jî hebin.
Mînak, Tevgera Azadiyê ya Kurd berê dixwest xwe bi rengê çekdarî biparêze û siyaseta îmhayê rawestîne. Niha jî dixwaze bi rêxistiniya civakî û têkoşîna demokratîk hebûna xwe biparêze. Lewma berpirsyariya xwe hîn zêde bûye. Di wê baweriyê de me ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ji vê re amade ye. Fikir û felsefeya Rêber Apo tiştekî nû nîne; berhema danhevkiyeke zêdeyî 30 salî ye û ji bo vê têdikoşe. Rêber Apo beriya ku dîl bê girtin di fikir û felsefeya xwe de dest bi guhertinê kiribû û li Îmraliyê ev yek hîn kûr kir. Tevgera Azadiyê ya Kurd jî li ser vê bingehê dewam kir. Bi taybetî piştî sala 2004'an, tevgerê timî xwest di nava xwe de guhertin û veguhertinê bike.
Piştî banga Rêber Apo zêde zehmetî nehate kişandin, ji ber ku bingeheke vê ji xwe hebû. Li gorî texmîna min, Tevgera Azadiyê ya Kurd bi tecrûbeya xwe ya rêxistinî û danheviya xwe xwedî wê kapasîteyê ye ku weke hêzeke civakî têkoşîna xwe dewam bike. Mînak li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 14 sal in em di nava pêvajoyeke guherîn û veguherînê de ne. Beriya 10 salan Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate ragihandin û di nava vê demê de tecrûbeyeke gelekî mezin hate afirandin. Li ser rê û rêbazên birêxistinkirina civakê tecrûbe hatin bidestxistin. Li gel kêmasiyan hemûyan jî bingehek hate danîn.
Dema ku mirov bala xwe didin ser karên li qada çandî, zanistî û çapemeniyê yên li Bakurê Kurdistanê, dibînin ku ev yek bingeheke. Li ser bingeha wê bangê ev yek wê dewam bike. Têkoşîna demokratîk a li Bakurê Kurdistanê tecrûbeyeke gelekî girîng bi dest xistiye. Bi dîtina min Bakurê Kurdistanê wê ji bangê re bibe bersiv. Her wiha ji niha û pê ve wê karibe hîn bi hêsanî têbikoşe. PKK jî bi heman rengî ye; xwedî dîroka berxwedanê ye. PKK xwedî çandeke berxwedanê û dîrokekê ye. Bi vê bangê re pêşî li têkoşîna demokratîk vebûye. Bi kîjan navî û rêbazê wê bibe bi wê nizanim, lê belê derfetê vê yekê afirîne."
Têkildarî banga Rêber Apo ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê jî Aldar Xelîl nirxandineke bi vî rengî kir:
"Bêguman ji aliyê siyasî ve bandora xwe dibe. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek partî bi hev re dixebitin. Projeya ku em bi salan e li ser dixebitin xwe dispêre felsefeya neteweya demokratîk, azadiya jinê û ekolojiyê. Ev hemû bingeha civaka demokratîk e. Li aliyê din kar dikare hîn bi hêsanî bê meşandin. Ji ber ku me heta niha dixwest hilbijartinê bikin û avabûnê bi lez bikin, lê belê her tim astengî dihatin danîn. Ev astengî jî êrîşên dewleta Tirk bû. Dewleta Tirk a dagirker timî êrîşî me dike, her wiha dema ku me têkilî bi dewleteke din re danî dewleta Tirk dest li vê yekê werdide û dixwaze pêşî lê bigire. Hewl dide têkoşîna me asteng bike.
Bi vê bangê re wê pêşî li hinceta dewleta Tirk a astengkirina têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê girtin. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Nêzî sê meh in êrîşî Tişrîn û Qereqozaxê dike. Bi vê bangê re pêşî li vê yekê dikare bê girtin. Em dixwazin bi Şamê re diyalogê dînin û têkiliyan çêbikin, lê belê dewleta Tirk dest lê werdide û hewl dide diyaloga demokratîk a gelên Sûriyeyê asteng bike. Piştî vê bangê hinceta dewleta Tirk a destwerdanê bi dawî dibe. Têkiliyên me bi hêzên derve re hene û dibêjin ku dixwazin alîkariyê bi me re bikin. Diçin û tên lê belê dewleta Tirk vê qebûl nake û dest lê werdide. Eger zordariya dewleta Tirk ji holê bê rakirin wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê siyasî û civakî ve bi hêsanî kar bê meşandin."
Aldar Xelîl têkildarî rewşa Sûriyeyê ya heyî, têkiliya Rêveberiya Xweser bi Şamê re, her wiha êrişên HTŞ'ê yên li ser Durziyan nirxandineke bi vî rengî kir:
"Weke tê zanîn, di 8’ê Kanûna 2024’an de rejîma Baas hilweşiya û Esad ji Sûriyeyê reviya. Gelên Sûriyeyî hêvî dikirin ku guhertinek çêbibe. Heta roja ewilî dema rejîm hilweşiya, pîrozbahî hate kirin. Fikirîn ku ew ji rejîma despot rizgar bûne. Ev li aliyekê erênî bû, lê belê wê çi li şûna vê sîstemê hatiba rûnişkandin, ew ne zelal bû. Gel fikirî ku wê bi çûyîna Esad re rêveberiya nû ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê derfetan biafirîne. Lê mixabin, heta îro di nuqteya demokratîkbûnê de ti gav nehatin avêtin. Hewldanên teqlîdkirina rejîma berê, didomin. Heta nêzîkatiya rejîma Baas ji bo gelan hîn erênîtir bû. Colanî jî tenê bi derdora xwe û koma xwe re sînordar ma. Eger li cem wan ji beşên cuda rêxistin û partî hebin, sedemê vê ew e ku bi Colanî re di nava tifaqê de ne.
Qaşo kongreyek lidar xistin û di nava çend saetan de kongreya xwe lidar xistin. Di kongreyê de li gorî xwe biryar girtin, ev biryar xistin meriyetê. Lewma Sûriyeyek demokratîk, nehat avakirin. Her kes ji dervey sîstemê ma. Bi kombûna hin derdorên HTŞ’ê re kongre hate kirin. Keldanî, Suryanî, Kurd, Durzî, Nusayrî û Ereb tevlî vê kongreyê nehatin kirin û îradeya wan ji nedîtî ve hatin. Gel jî hêdî hêdî li dijî vê deng derdixe. Em ê di pêvajoya pêş de, rû bi rûyê pirsgirêkên hîn mezintir bimînin.
Gel dibêje ku, ‘Me bi salan li dijî Baas’ê ji bo azadî, demokrasî û wekheviyê têkoşîn meşand. Baas çû, lê belê yê hat cihê wî hîn xirabtir e’. Ev rewş, dibe sedemê fikareke mezin. Îhtimal heye ku ev veguhere şerekî navxweyî yê Sûriyeyê. Li Suweyda û Lazkiyeyê xweserî tên ragihandin. Li herêmên cuda jî dibe geşedanên heman biqewimin. Rewşa Dera’yê jî baş xuya nake. Ev ji bo Sûriyeyê, zêde bi xêr nîne.
Li Sûriyeyê qaşo hikûmetek hate avakirin, lê belê êrîşên dewleta Tirk nesekinîn. Vê hikûmetê ti helwest nîşanî dewleta Tirk neda. Ma Bendava Tişrîn ne ayîdê Sûriyeyê ye? Yan jî ma xelkê Tişrînê ne Sûriyeyî ye? Heta niha çima dengê xwe dernexistin? Eger hûn bala xwe bidinê, rejîma Baas jî di gotinî de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Sûriyeyê şermezar dikir û digot, ‘êrîşî xaka me dike’. HTŞ vê jî nabêje. Heta niha têkildarî vê yekê daxuyaniyek jî nedane. Berevajî, yên bi dewleta Tirk re şer dikin, li aliyekê girêdayî wan jî ne. Hetta Tirk jî dibêjin, ‘Em tenê alîkarî didin wan’. Divê bi me re diyalog çêkiriban, nîqaş kiriban, divê me piştgirî û alîkarî daba hevdû, divê ji tecrûbeyan sûd wergirtiban, lê belê ev yek nekirin. Tecrubeya bi me re, li cem wan nîne. Têkildarî mijarên mîna sîstem û modela demokrasiyê, tecrube bi wan re nîne. Feraseteke wan ji bo avakirina modela Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nîne. Divê bi aqil û çanda demokratîk tevbigerin.
Eger bê bîra we, kesek ji bo kongreyê gelek kesan tîne ba hev, di nava çend saetan de kongreya xwe pêk dianîn û belav dibûn. Di dema Baas de wisa bû, HTŞ’ê jî xwe ji vê rewşê rizgar nekir. Di rastiyê de çanda demokratîk ne bi vî rengî ye. Li vî welatî gelek netewe hene û li kêleka wê gelek pirsgirêk jî hene. Gelekî ku bi salan e di nava şer û hilweşînê de dijî. Gelê Sûriyeyê westiyayî ye. Birînên gelên ku di nava van hemû şer û hilweşînan de jiyane wê çawa were pêçandin? Pirsgirêkên wan wê çawa çareser bibin? Tenê çûna Esad têrê nake. Yên ku niha li Şamê ne, ne di ferqa vê yekê de ne. Ya pirsgirêka heyî nabînin, ya jî dixwazin bi rengekî navendî û despotîk serdestiya kevn bidomînin.
Eger HTŞ wiha dewam bike, li Sûriyeyê şerê navxweyî wê dewam bike û wê pirsgirêkên mezintir rû bidin. Em her tim ji HTŞ’ê re dibêjin ku divê em di nava diyalogê de bin. Em jî hemwelatiyên Sûriyeyê ne û alîgirên misogerkirina yekparebûna welatê xwe ne. Em alîgirê nivîsandina destûreke nû ya Sûriyeya demokratîk in. Em dixwazin Sûriye ji welatên Rojhilata Navîn re bibe mînak. Di dema Bihara Ereban de li welatên mîna Yemen, Misir, Tûnis û Lîbyayê kaos derket, rejîm hatin hilweşandin, lê belê sîstemeke demokratîk nekarî bê avakirin. Sûriye di nava vê kaosê de dikare ji welatên Rojhilata Navîn re pêşengî bike. Sûriye dikare rê li ber modeleke demokratîk veke. Ji xwe ev proje niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi jiyanî bûye.
Eger bixwazin dikarin modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatî rûniştin, weke modeleke Sûriyeyê pêş bixin. Ew behsa parçebûnê dikin. Baş e, çima parçebûnê dixwazin? Ji ber ku mînaka modela demokratîk heta niha tenê li herêma me bi jiyanî bûye. Li herêmên din ên Sûriyeyê, hê jî xwedî hişmendiya rêveberiyek navendî ne. Eger tecrûbeya me bibe tecrûbeya tevahiya Sûriyeyê, wê demê em ê êdî tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nemînin. Wê demê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe Sûriye tev, Sûriye jî dibe Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ya girîng misogerkirina yekparebûna civaka Sûriyeyê ye. Parçebûna ku niha ava dikin, xeteriyek mezin çêdike. Dûrzî, Elewî, Kurd û Ereb her kes xwe cuda digire dest. Ev yek jî nîşan dide ku bi lezgînî pêdiviya Sûriyeyê bi gaveke demokratîk heye."
Aldar Xelîl herî dawî got, "Di pêvajoya şoreşa Sûriyeyê de bi taybet ji sala 2011'an ve me her tim nûnertiya rêya sêyemîn ango rêya civaka demokratîk kir. Li ser vê bingehê me nexşerêya xwe diyar kir. Di rastiyê de banga Rêber Apo wê tevkariyê li xurtbûna dirûşma ku me di sala 2011'an de esas girt û piştgiriya me bike. Ji ber vê yekê divê hemû gel ji bo pêkanîna projeya me ya demokratîk, misogerkirina serketina vê projeye û parastina wê, têkoşînê bidomînin."