AKP’ya Tûnisê bingeha tecawizê amade dike!

AKP’ya Tûnisê bingeha tecawizê amade dike!

Li Tûnisê jinek ji aliyê polîsan ve hat tecawizkirin. Lê jina mexdûr di carekê de xwe li ser kursiyê bersucan dît. Parêzera jinê da zanîn ku berpirsê “exlaqî û polîtîk” ê vê êrîşa li hemberî jinana hukûmeta Ennahda ya Îslamî ye. Ev partiya Tûnisê bi sempatiya xwe ya li hemberî AKP’ya Tirk tê nasîn.

Li Tûnisê piştî hilweşîna rejîma Zenyel Abidîn Bin Elî, partiya Ennahda hat ser desthilatiyê û piştre gelê Tûnisê bi zextên rejîmek nû re rû bi rû man. Bi taybet di warê tundî û cûdakariya li hemberî jinê de zêdebûnek pir mezin çêbû. Hema weke li Tirkiyeyê mexdûr dibin bersuc.

JINA MEXDÛR BÛ BERSUC

Herî dawî, di 3’ê îlonê de dema jinek û nîşaniyê di wesayîtê de bûn û li rê diçûn, ji aliyê sê polîsan ve hate rawestandin. Du polîsan tecawizê jinê kir û polîsê din jî nîşaniyê wê girt. Ev bûyer rê li ber skandalekê vekir. Berdevkê Wezareta Navxweyî ya Tûnisê Khaled Tarrouche daxuyaniyek şermdêr û sosret kir û got; “Polîsan wan di pozîsyonek bê exlaq de girtine” û diyar kir ku tecawiz nabe hincet.

Du polîsên tecawizkar hatin girtin û jina mexdûr û nîşaniyê wê di 26’ê îlonê de ji bo îfadeyê hatin bangkirin. Tevî Komeleya Jinên Demokrast ên Tûnisî û Lîga Mafê Mirovan a Tûnisê gelek komele ûsaziyên sivîl nerazîbûnên tund nîşanî vê yekê dan.

ENNAHDA BINGEHA TECAWIZÊ AMADE DIKE

Parêzera jina ciwan Bouchra Belhaj Hmida, diyar kir ku di vê mijarê de berpirsê “exlaqî û polîtîk” ê vê êrîşa li hemberî jinana hukûmeta Ennahda ya Îslamî ye. Hmida diyar kir ku tundiya polîsan ne bûyerek rêxistinkirî ye û bal kişand ku daxuyaniyên partiya Ennahda amadekariyên bingeha tecawizê kirine.

Hmida da zanîn ku ji roja 23’ê cotmeha 2011 ve ku partiya Ennahda hat ser desthilatiyê û heta roja îro gel êrîşên zayendî, exlaqî û malîpêk hatine û got; “Gava jinek nûjen, jinek Tûnisî dibêje ku mafê wan ê hesabpirsînê heye, hema jinên mexdûr têne mehkûmkirin.” Hmida destnîşan kir ku polîsên van sucan dikin bê ceza dimînin.

Jina ciwan da zanîn ku polîsan ew rawestandine û Wezaretê derewand. Jina mexdûr got; “Min qet bawer nedikir ku ez ê weke bersuc biçim dadgehê. Min digot ez ne bersuc, mexdûr im.” Jina ciwan da zanîn ku ew ê piştî vê bûyera sosret dest ji vê dozê bernede.

AKP’YA TÛNISÊ

Di encama hilbijartinên di cotmeha 2011 de li Tûnisê pêk hatin, partiya Ennahda ya ku bi dehan car bi aşkereyî sempartiya xwe ya li hemberî AKP’ya Tirk aşkere kir, bû desthilat. Tê îdîakirin ku Ennahda ku Tirkiyeyê ji xwe re weke model dibîne, pere ji Tirkiyeyê wergirtiye.

Hîndekarê Zanîngeha X-Nanterre’yê û nivîskarê pirtûka ‘Bihara Tûnisê’ Prof. Abdelwahab Meddeb di sala par de beşdarî panela li kanala Frensî LCP’yê hat weşandin bû. Meddeb diyar kir ku di hilbijartinan de fînansekirina partiyan pirsgirêkeke pir girîng e.Medden got ku ji bo tevgera Îslamî Ennahda’ya ku di hilbijartinan de serkeftin bi dest anî ‘ji wê re beşek pere ji Tirkiyeyê hat’. Di bernameyê de hat derbirîn ku Erebistana Siûdî jî ji bo ev partiya di hilbijartinan de bi ser bikeve, alîkariya pereyan dayê.

Di berfanbara 2010 li bajarê Sidî Bouzîdê ciwanê bi navê Muhemed Buazîzî agir berda bedena xwe û rê li ber geşbûna agirê Bihara Ereban vekir. Raperîna li Tûnisê di 14’ê çileya 2011 de bi hilweşîna desthilatiya rejîma Zeynel Abidîn bin Elî bi dawî bû. Bin Elî reviya Erebîstana Siûdî û bi vî awayî desthilatiya wî ya 23 salan bi dawî bû.