Siyasetmedara Kurd û Parlementera berê ya Eyaleta Ren Vestifalyaya Bakur (NRW) Haîmde Akbayir, ji bo alîkartiya serokê rêxistina Partiya Çepgir a Almanyayê ya bajarê Kolnê hate hilbijartin. Akbayir ji 120 dengên delegeyan 80 deng wergirt. Daxwaznameya ku Akbayirê ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de pêşkêşê kongreyê kir ji aliyê hemû delegeyan ve hate qebûlkirin.
Partiya Çepgir a Alman duh kongreya xwe ya li bajarê Kolnê pêk anîn. Di kongreyê de xebatên du salan hate gotûbêjkirin û 120 delege beşdarî kongreyê bûn. Siyasetmedara Kurd Hamîde Akbayir di encama hilbijartinê de bi bû alîkara serokê rêxistina Partiya Çepgir a Kolnê.
Di beşa dawî ya kongreyê de hilbijartin pêk hatin. Ji bo rêveberiyê bi giştî 12 kes hatin hilbijartin ku ji sedî 50’yê wan jin in. Angelika-Link Wilden û Peter Heumann bûn hevserok, Hamîde Akbayir û Heiner Kockeberg jî bûn alîkarên serok.
Akbayir da zanîn ku ew ê ji nêzîk ve bi pirsgirêka Kurd û greva birçîbûnê ya ku di girtîgehan de hatiye destpêkirin re eleqeder bibe û daxwaznameyek derbarê greva birçîbûnê de pêşkêşê kongreyê kir û daxwazname hate qebûlkirin.