Akademiya Parastina Êzidiyan a Şehîd Xanê ava bû

Akademiya Parastina Êzidiyan a Şehîd Xanê ava bû

Fermandariya Şengalê ya YJA Starê, bi armanca xurtkirina parastina cewherî ya civaka Êzidî ya li Şengalê, ragihand ku wan Akademiya Parastina Êzidiyan a Şehîd Xanê ava kirine.

YJA Starê bi daxuyaniyekê diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên beriya sê mehan li Şengalê destpê kirin û her şêwe pêkanînên derveyî mirovahiyê yên çeteyan dewam dikin û got, "Mîna gelek deverên Kurdistanê, li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê weke gerîlayên YJA Starê li Çiyayê Şengalê têkoşîn tê dayîn. Têkoşîna gerîlayên YJA Star a li hemberî çeteyên DAIŞ'ê, ji aliyê Têkoşîna Azadiya Jinê û artêşbûyînê ve, rê li ber pêşketinên dîrokî vekiriye. Ev pêşketin, di serî de jin ji bo rizgariya gelên li herêmê di asta azadiyê de nirx afirandine."

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Weke gerîlayên YJA Starê bi vîn û hêza ji dîroka xwe ya artêşbûyînê wergirtî re, her wiha bi ezmûna xwe ya di nava çend salên dawî de di şerê li dijî DAIŞ'ê de derket holê re, azadiya gel û jinên Şengalê, pêşxistina parastina rewa berpirsyariya me ya bingehîn e. Di çarçoveya vê rastiyê de, ji bo rêxistinkirin û afirandina têgihiştina parastina rewa ya ji bo parastina jin û civaka me ya Êzidî, pêwîstî bi saziyên perwerdeyê heye. Li ser vê bingehê biryar hatiye dayîn ku Akademiya Parastina Êzidiyan a Şehîd Xanê li Şengalê bê avakirin. Armanc û wezîfeyên Akademiya Parastina Êzidiyan a Şehîd Xanê wiha ne:

1-Ji bo pêkanîna azadiya jin û gelê li Şengalê, afirandina têgihiştina parastina rewa.
2-Parastina xak, war û baweriya civaka Êzidî
3-Bi afirandina têgihiştina azadiyê ya jinên li Şengalê re bi pêş xistina vîna wan
4-Ji holê rakirina tecrîd, dîlgirtin û koledariya li ser jinên Êzidî tên ferzkirin û jiyîn, li şûna vê bi afirandina têgihiştina parastina cewherî re bidestxistina azadiyê.

Akademiya Parastina Êzidiyan a Şehîd Xanê, ku bi van wezîfe û berpirsyariyan li Çiyayê Şengalê xwe birêxistin kiriye, di çarçoveya xeta rêhevalên Şehîd Bêrîtan, Zîlan, Binevş Agal, Binevş Cûdî û Xanê bûye vînek û bi biryar e ku sekin û kesayetiya jinên Êzidî yên li azadiyê digerin li Şengalê destnîşan bike. Li ser vê bingehê Akademiya Parastina Êzidiyan a Şehîd Xanê dewreya xwe ya destpêkê bi navê Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Armanca birêxistin kiriye, perwerdeya 12 kesan temam kiriye. Weke gerîlayên YJA Starê, bi xebatên xwe yên afirandina têgihiştina parastina rewa di nav hemû jinan de û bi xurtkirina rêxistinbûna parastina jinê re berxwedana me ya li Şengalê wê di dema pêş de xurtir bibe û em soza vê dubare dikin."