Ajansa Welat dest bi weşanê kir
Ajansa Welat bi dirûşma 'Deng û rengê welat' bi zimanê Kurdî dest bi weşanê kir.
Ajansa Welat bi dirûşma 'Deng û rengê welat' bi zimanê Kurdî dest bi weşanê kir.
Ajansa Welat li Amedê bi zimanê Kurdî bi dirûşma 'Deng û rengê welat' dest bi weşana xwe kir. Ajansa Welat li ser malpera www.ajansawelat.com dest bi weşanê kir û hem ji qada navneteweyî hem jî ji qada neteweyî wê nûçeyan biweşîne.
Ajansa Welat bi vê gotinê dest bi weşana xwe kir: "Li cografya me bûyerên girîng diqewimin û Kurd di pêvajoyeke dîrokî de ne. Di dîroka gelan de rojên girîng hene; em jî di rojeke bi vî rengî ya dîrokî de dest bi weşana xwe dikin.
Çapemeniya Azad di têkoşîna heqîqetê de ku bi dehan sal in dewam dike, berdêlên giran da û hîn jî dide. Kedkarên çapemeniya azad, di vê oxirê de hem canê xwe dan, hem jî hatin girtin, li her cûre zext û zordariyê rast hatin. Li hemberî van hemûyan jî paşva gav neavêtin. Berevajî vê yekê ji bo heqîqetê bigihîne civakê li gel berdêlan jî hêza xwe xurt kir, çepera xwe berfireh kir.
Em xwe dispêrin heqîqeta xwe. Ajansa Welat jî ji bo bilêvkirina vê heqîqetê îro tevlî karwanê Çapemeniya Azad dibe. Em baş zanin ku azadiya çapemeniyê bi parvekirina nûçeyên rasteqîn dibe. Azadî jî bi zanebûn û heqîqetê dibe.
Ajansa Welat xwedî wê baweriyê ye ku bibe deng û rengê welat; em ê hem bibin dengê gelê xwe hem jî dengê gelê xwe li tevahiya cîhanê belav bikin û rengên welatê xwe bi mirovahiyê re parve bikin.
Weşana me wê bi temamî bi Kurdî be. Em bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî dest bi weşana xwe dikin. Armanca me ew e ku bi hemû zaravayên Kurdî di dema pêş de weşanê bikin.
Hûn jî bibin deng û rengê me. Ji ber ku Ajansa Welat di heman demê de deng û rengê me hemûyan e."