Şoreşa Rojhilata Navîn bi pêşengiya jinê pêk tê

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Têkoşîn Ozan diyar kir, ku di Civata Giştî ya 8. a KJK'ê de şoreşa jinê hatiye pênasekirin û rola şoreşa jinê ya li Rojhilata Navîn hatiye nirxandin.

8. Civata Giştî ya KJK’ê di navbera 2-6'ê Îlonê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hatibû. Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Têkoşîn Ozan da zanîn ku di civatê de gelek biryarên girîng ji bo jinên Kurd, ên Rojhilata Navîn û yên cîhanê hatine girtin û wiha pê de çû:

"Di şoreşa jinê de asta ku em niha gihiştinê, asteke girîng e. Bi taybetî, li Rojavayê Kurdistanê hem ji aliyê parastina civakê ve hem jî ji aliyê ji nû ve avairina jiyanê û pergalê ve jin gihîştine asteke welê ku cîhan tev berê xwe bide Rojava. Li derdora jinên ku şoreşê çêdikin kombûnek heye. Ev tevlîbûnan zêde dike, hêviyê zêde dike. Bi taybetî jinên Ereb ên tevlî şoreşa Rojava bûn, hêdî hêdî di nava jinûveavakirina Sûriyeyê de cih digirin. Li Rojhilata Navîn hê bêhtir hêviya ku heman pergala demokratîk, wekhev û azad karibin belav bikin derket holê."

Ozan diyar kir ku ji bo şoreşa jinê li tevahiya Rojhilata Navîn belav bikin û bighînin hemû cîhanê, pêdivî bi pîvanên bîrdozî yên hê xurtir hene. Pê ve girêdayî Têkoşîn Ozan da zanîn ku nîqaşên Tevgera Azadiya Jinê yên bîrdoziyê li derdora jineolojiyê kûr dibin û wiha dewam kir:

'BI HEVGIRTINÊ JIN DIKARIN PÊŞENGIYÊ JI CIVAKA AZAD RE BIKIN'

"Bi rastî li nava civata me gelek hate nîqaşkirin ku jineolojî di nava jinên Rojhilata Navîn de jî, di nava jinên cîhanê de jî gelekî balê dikişîne. Li nava civatê, şoreşa jinê di asta ilmî de hate pênasekirin, ji bo ku pîvanên azadiyê werin kûrkirin. Li gel vê jinûve avakirina jiyanê, pîvanên jinê yên têkiliyan, ji nû ve avakirina têkiliyên di jiyanê de hatin nîqaşkirin. Li gorî vê hevpeymana civakî kete rojeva me ku em  ne tenê di nav jinên Kurd de, di nav jinên Ereb, Asûrî, Suryanî, Turkmen, Tirk, Ermenî, Fars de jî hevpeymana civakî nîqaş bikin û bibe weke ferzeke jiyanê ya nû. Êdî jin karibin diyar bikin ku wê çawa bijîn, pîvanên wê bi xwe deynin. Mafê jinan li ser bedena wan hebe. Jin di malbatê de bi rengekî demokratîk karibe bijî, xwedî biryar be. Pêwîste jin karibe xwe biparêze. Jin karibe di hêla aborî de derfetên xwe ava bike, xwe bi xwe karibe îdare bike, ne ku hewcedarî derdorê be, hêza xwe ya cewherî derxê holê û jin karibin van bi hev re bike. Bi rengekî fireh li nava civata me hate destgirtin ku jin bi hevgirtin û jiyana hevpar dikarin pêşengtiyê ji civaka azad re bikin."

'EM Ê HÊ BÊHTIR CIHÊ XWE DI NAVA XEBATÊN PRATÎKÎ DE BIGIRIN'

Têkoşîn Ozan wekî din anî ziman ku di civata 8. de berhemên tevgera jinê yên heta roja îro bûne mijarên nîqaşan û got: "Em cara yekemîn di asta Rojhilata Navîn de eşkere nîqaşan dimeşînin, hîn zelaltir nîqaş dikin û plansaziyên hîn zelaltir dikin. Xwe dighînin biryareke ku di siberojê de ne tenê di sînorên xwe de, li nava tevahiya jinên Rojhilata Navîn em karibin gavan bavêjin. Gavavêtina neteweya demokratîk a bi pêşengtiya jinan di vê civata me de bi rengekî eşkere xwe da nîşandan. Me hê zêdetir eşkere dît ku em jin dikarin zûtir bigihêjin cem hev û xwe bi rêxistin bikin. Eleqeya ji bo azadiya jinê, ji bo şoreşa jinê nîşan dide ku potensiyela azadiyê ji her herêmê xurt e û hewce ye ev were birêxistinkirin. Pêwîste têkoşîn were geşkirin û bi vî rengî bê guman şoreşa jinê bînin asteke wisa ku bikin şoreşa Rojhilata Navîn, jê re pêşengtî pêwîst e. Der barê avakirina jiyana me de, modela wê em gihiştin biryaran. Em ê bi van biryaran hê bêhtir têkevin cihên xebatên pratîkî û bi jinên Ereb, Kurd, Turkmen, Ermenî, Suryan, Êzîdî, Xiristiyan, Misilman em bawer in ku emê zûtir karibin jiyana demokratîk û azad bi hev re ava bikin, hêz bidin hev û pêşengtiya civaka azad û wekhev di Rojhilata Navîn de bikin."