‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi fedekariya şehîdan pêk hat’

Şervanên YPJ’ê yên di salvegera 8’an a Şoreşa Rojava de serdana Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan kirin, Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Şehîdên Şoreşê, malbatên şehîdan û hemû gelê Kurdistanî pîroz kirin.

Şervanên YPJ’ê yên Yekînaya Şehîd Şevîn ji bo salvegera 8’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê serdana Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan kirin.

Şervanên YPJ’ê yên yekîneya şehîd Şevîn, ku girêdayî qada Qamişlo ne bi boneya salvegera 19’ê Tîrmehê serdana goristana şehîd Delîl Saroxan kirin. Şervanan goristan paqij kirin û her wiha nêrîn û hestên xwe anîn ziman.

‘LI SER RÊYA HEVRÊYÊ XWE YÊ ZAROKATIYÊ TEVLÎ YPJ’Ê BÛM’

Şervana YPJ’ê ya bi navê Roza Girbawî, têkildarî hevrêyê xwe yê zarokatî ku şehîd bûye ev got:” Ez di serî de salvegera 19’ê Tîrmehê li hemû şehîdan pîroz dikim. Mirov dema tê goristana şehîdan hestên cuda dijî. Em bi gelek hevrêyên re man û îro em serdana gorên wan dikin, ev ji bo me cihê xemgîniyê ye. Hevrê Dilbirîn jî yek ji wan hevrêyan e. Hevrê Dilbirîn hevrêyê min yê zarokatî ye. Her tim dixwest di çeperên şer yê pêş de cihê xwe bigre. Her tim digot; ‘ger ez şehîd bibim bejin ew deyindarê welatê xwe bû.’ Hevrê Dilbirîn di sala 2017’an de li Reqayê şehîd bû. Ez piştî şehîdeta wî beşdarî YPJ’ê bûm. Ji bo ez di rêya wî de tekoşînê bidomînim careke din soza xwe li hemberî hemû şehîdan nû dikim.”

‘JI BO HÊVIYAN ŞEHÎDNA BICIH BÎNIN, DIVÊ EM HÊ TÊKOŞÎNÊ BIKIN’

Şervana din a bi navê Rûken Serhed ya ji bajarê Hesekê şoreşa 19’ê Tîrmehê li şehîdan pîroz kir û wiha behsa girîngiya şoreşê kir: “Em îro hatine goristanê. Armanca me paqijkirina gorê şehîdane. Ji ber ku bi xwîna xwe welatê me paqij kirin şehîdên me bûn, em jî îro hatine gorên wan paqij bikin ev erka me ya pêkanîna hevrêbûnê ye. Em bi saya şehîdên xwe hatin van rojan. Şehîdên me kedek mezin di avakirina şoreşê de dan û hîna jî didin. Li ser vî esasî ez careke din hemû şehîdan bibîr tînim û dibêjim em çiqas ked bidin wê li hemberî fedekariya şehîdan kêm bimîne. Ji bo em hêviyên şehîdan bînin cih em ê tekoşîna xwe berdewam bikin.”

‘BI HATINA SER GORAN SOZA XWE YA LI HIMBER ŞEHÎDAN NÛ DIKIN’

Endama Meclîsa Leşkerî ya Qamişlo Rûbar Qamişlo jî bal kişand ser wate û girîngiya şoreşa 19’ê Tîrmehê, rola şehîdan û ev nirxandin kir: “Ez şoreşa Rojava li Rêber Apo û hemû şehîdên me pîroz dikim. Serdana goristanê şehîdan ji bo me her şervaneke YPJ’ê erkekî dîrokî ye. Em wextekê tên goristanê û paqij dikin. Em her cara ku tên goristana şehîdan em soza xwe nû dikin. Em heskirina xwe ya bi şehîdan re nû dikin.”

‘ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ SERKETINA GELÊ ROJAVA Û HEMÛ SÛRIYEYÊ YE’

Dayîka Nesrîn ji bo alîkarî bide şervanên YPJ’ê, li kêleka şervanan goristana şehîdan paqij kir. Dayîka Nesrîn di serî de şoreşa 19’ê Tîrmehê li şehîdan, malbatên şehîdan û li gerîlayên Kurdistanê pîroz kir û got: “Em îro di oxira şoreşê de her roj şehîdan didin, ev ji bo me hem hestek xemgîne lê di heman demê de misogeriya şoreşê ye. Şoreşa 19’ê Tîrmehê serkeftina gelê Rojava û tevahî Sûriyê ye.”

‘PEYAMEN JI BO MIN NIVÎSAN Û HÊ JÎ LI GEL MIN E’

Dayîka şehîdan wiha behsa serpêhatiya şehîd Seydo yê bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê bû kir: “Ez karim ji were behsa perçeyek ji kezeba xwe bikim. Min di destpêka şoreşê de heval Seydo nas kir. Dema destpêkê hate mala min, min digot qeyî ez vê hevalî ji zû ve nas dikim. Şehîd Munzur û şehîd Zekeriya pêre hatibûn malê. Bihar, çû havîn hat, havîn çû payîz hat lê heval Seydo her tim weke xwe bû. Xwe mezin dikir ez jî bi xwe re mezin dikirim. Piştî şehîdbûna heval Seydo ez weke bazekî bê bask mam. Min di malê de kulîlk li ser navê wî çandine. Ez dema li wan kulîlk û dara zeyîtûnê meyîze dikim ez dibêjim ez li Seydo meyîze dikim. Di sala 2011’an de heval Seydo wê biçûya karekî, min jêre got ka ji min notek bihêle. Rabû bi zimanê farisî ji min re notek nivîsand. Ew not hîna jî li gel min e. Ez heta niha jî nizanim ka çi têde nivîsandiye, lê ez her meh wê nameye venekim weke tiştek her tim ji min kem e. Şehîd Seydo şehîd Xebat anî mala min. Min piştî şehîd Seydo du zarokên xwe dan şoreşê. Ez her şeş zarokên xwe di oxira Seydo de bidim şoreşê dîsa wê kêm bimîne.”