Şiwêş: Jin pêşengên şoreşa Rojavayê Kurdistanê ne

Bi minasebeta salvegera damezrandina Kongra Star Lêman Şiwêş diyar kir, “Kongra Star ji bo jinan wek sîwanek e û rolekî mezin di rêxistinkirina wan de lîstiye, vê yekê jî kiriye ku jin bibin pêşengên şoreşê li Rojavayê Kurdistanê.”

Nûnera Kongra Star li Başûrê Kurdistanê Lêman Şiwêş bi boneya 17’mîn salvegera damezrandina Kongra Star de di hevpeyvîna xwe ya bi ANF’ê re kirî de behsa rol û têkoşîna jinên Kongra Star kir.

Şiwêş bal kişande ser avabûna Kongra Star û got; “Li Rojavayê Kurdistanê xebatên jinan dîrokekî xwe yê demdirêj heye ku li ser du bingehên sereke ango azadiya jin û azadiya Kurdistanê bûye. Kongra Star weke berdewamiya vê mîrateyê hatiye avakirin. Bi tevlêbûna bi sedan û hezaran jin ketin nav têkoşînê û dest bi xebatan kirin. Ji bo vê yekê jî pêwîstî bi rêxistinkirin û komkirina wan di bin sîwanekê de hebû. Li ser vê bingehê sala 2005’an li Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star wate Kongra Star a îroyî yekemîn kongreya xwe lidarxist.”

Şiwêş di dewma axaftina xwe de îşaret bi pêvajoya xebatên piştî kongreyê kir û wiha pêde çû: “Lidarxistina kongreyê di şert û merceke pir zehmet û dijwar de pêkhat, ji ber ku rejîma Sûriyê hem li dijî têkoşîna jinan, hem jî li dijî têkoşîna gelê Kurd bû. Piştre me heya derketina şerê navxweyî yê Sûriyê kar, xebat û çalakiyên xwe domand. Di navbera rejîma û komên çekdar de em nebûne aliyê şer û me ji bilî gelê xwe piştgirî neda ti aliyekê.”

Lêman Şiwêş her wiha destnîşan kir ku wan piştî destpêkirina şoreşa Rojava wek xeta sêyemîn dest bi rêxistinkirina jinan û civakê kiriye û wiha axaftina xwe domand, “Wek xeta sêyemîn me li meydanê dest bi rêxistinkirina jinan û civaka xwe kir, heya avabûna şoreşa gelên Rojavayê Kurdistanê jinan bi kelecaneke zêde tevlêbûna xwe çêkirin û rola xwe ya pêşengiyê di vî şoreşî de lîstin. Rol û bandora jinan kir ku pêwîstî bi berfirehkirina rêxistinê bê dîtin û sîstemeke taybet ji bo jinan were avakirin ku ji bo jinan wek sîwanekê be. Ji bo vê jî me gavek ber bi Kongra Star avêt, wê jî kir ku mekanîzm û rolê rêxistinî ya jinan berfirehtir bibe.”

Şiwêş behsa yek ji mekanîzma û hewldanên xwe kir û got, “Weke mînak ji aliyê aborî ve jin hatin perwerdekirin da ku bikarin bibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe û di vê mijarê de jinan gavên mezin avêtin. Her wiha di hêla ragihandinê de jî jin hatin perwerdekirin da ku ragihandina serbixwe ya jinan pêş bikeve, ji bo girîngîdayina bi pirsgirêk, mijar û bûyerên taybet bi jinan û weguhastina wê ji bo hizra jinan. Her wiha nîşandayina rola jinan bi xwe di aliyê fikir û kiryarî de.”

Şiwêş di dawiyê de jî bal kişande ser projeyên ku pêk anînî û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Her wiha avakirina mala jinan ya tabet bi jinê, hem wek malekê ji bo perwerde û fikrî ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan û her wiha ji bo stardayina wan. Beşeke sereke yê xebatên Kongra Star avakirina komîteya pêywendî û xebatê dîplomasî ye ku ji bilî Kurdistanê li welatên Erebî û Ewropa jî xebatên xwe birêve dibe. Ew yek jî bi armanca pêşxistina têkiliyên me bi jinên gelên din e, ji ber ku di vê baweriyê de ne ku jin li cîhanê de xwedî pirsgirêkeke hevbeş in. Her wiha ji bo nasandina şoreşa Rojavayê Kurdistanê û rola jinan li cîhanê ye.”