‘Şîdeta dijîtal ya li ser jinê zêde bû’

KCDP û Meclîsa Jinan dan diyarkirin ku di rojên pandemiya koronavîrûsê li dijî jinê şîdeta fîzîkî, pîskolojî, aborî û bi taybet li dijî jinên ciwan şîdeta dijîtal zêde bûye.

Platforma Em ê Şîdeta Li Dijî Jinê Rawestînîn (KCDP) û Meclîsa Jinan, li gorî serlêdanê li wan hatî kirin Rapora Pêşwazîkirina Serdanê ya Nîsan a 2020’an hatî amadekirin li raya giştî hate parvekirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku hejmara jinê ji ber mexdûrbûna şîdetê sedana wan kirin di meha Nîsanê de zêde bûne. Serlêdan herî zêde ji Stenbol, Enqere, Îzmîr, Mersîn, Edene, Entalya û Kocaelî yê hatine kirin.

Di raporê de têkildarî serlêdanên hatî kirin ev derketin pêş:

“1- Ji 28 bajarên cuda yên Tirkiyê jinan serlêdan kirin.

2- Di meha Nîsanê de rêjaya jinên li xeta me ya serlêdanê gerayîn ji sedan 55 zêde bû.

3- Rêjeya kesên ku selrêdan ji bo şahidbûna şideta li dijî jinê kirin ji sedan 60 zêde bûye.

4- Serlêdanên herî zêde bi sedemê şîdeta fîzîkî hatine kirin.

5- Serlêdanên bi sedemê şîdeta dîjîtal hatîn zêde bûye.”

Di raporê de ev hate gotin: “Di meha Nîsanê de serlêdanên jinan ji sedan 41 şîdeta fîzîkî, ji sedan 18 şîdeta psikolojîk, ji sedan 12 şîdeta aborî yan jî daxwaza alîkariya aborî, ji sedan 11 şîdeta dijîtal, ji sedan 4 şîdeta zayendî, ji sedan 4 alîkariya ji bo doza cînayeta jinan, ji sedan 10 jî ji derveyî sedemên şîdetê hatine kirin. Di van rojên koronayê de peywedî piranî bi rêya qada civakî dihate kirin, şîdeta dijîtal bi taybet li ser jinên ciwan tê kirin.”