Şîddeta li ser jinê hate protestokirin

Li Elmanya, Danîmarka û Swîsreyê jin li dijî qirkirina li ser jinan daketin qadan.

Li bajarê Leverkûsenê yê Elmanyayê ji bo protestokirina qirkirina li ser jinan çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî li pêşiya Rathaûs Galerîe hate lidarxistin û pankartên ‘Qirkirina li ser jinan bidin sekinandin’, ‘Em li dijî şîddetê ne’ hatin berzkirin.

MAÎNZ

Meclîsa Jinan a Viyanê jî li pêşiya HBF’ê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de peyama ‘Cînayetên li ser jinan polîtîk e û sîstematîk e’ hate dayîn.

KOPENHAG

Li Kopenhagê ya ku paytexta Danîmarkayê ye, jin li ser Rêya Nytîrvê kom bûn û dovîzên ‘Şîddeta li ser jinan bisekinîn’, ‘Şîddeta li ser jinan polîtîk e’  hildan. Çalakgerên alayên TJK-E’yê û pankartên şîddeta li ser jinê şermezar dike, hildan.

BASEL

Li bajarê Baselê yê Swîsreyê jî jin li dijî şîddetê daketin qadan. Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinan a Ronahî hate organîzekirin û portreyên jinan li parkan hatin daliqandin.

Di çalakiyê de portreya Gulistan Dokû ya li Dêrsimê hate windakirin, Zeynep Celalîyan a ji aliyê rejîma Îranê hatibû dîlgirtin û Çîçek Kobanê ya ku dewleta Tirk ew dîl girtibû,  hate daliqandin.