Şêwra Jinên Kurd a Neteweyî ya Ewropayê di 20-21'ê Gulanê de ye

Komîteya Amadekar a Şêwra Jinên Kurd a Neteweyî: Jinên Kurd ên li Ewropayê wê 20-21'ê Gulanê şêwra xwe pêk bînin.

Komîteya Amadekar a Şêwra Jinên Kurd a Neteweyî daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê bi beşdariya nûnerên jin ên ji TJK-E, YNK, Goran, Komala, Yekgirtû û PDK'ê, jinên Yersanî û Feylî, Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), Kongreya Star, endamên komîsyona jinê ya KNK'ê, komeleyên jinên Kurdistanî, akademîsyen, parlamenter û kesayetên serbixwe, Şêwra Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê li dar bixin.

Komîteyê işaret bi hewldanên hêzên hegemonîk ên ji bo ji nû ve dîzaynkirina erdnîgariya Rojhilata Navîn û Kurdistanê kir û ragihand ku ev hewldan ji bo tinekirina nirxên gelan bi taybetî yên jinan tên kirin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku bi sedan salan e li erdnîgariya qedîm a Kurdistanê komkujî, talan û dagirkerî tên kirin û yên ku di her şer û dagirkeriyê de mîna xenîmetê tên dîtin, jin in.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, komploya navneteweyî, tecrîda li Îmraliyê û zexta li gel a li Bakurê Kurdistanê, darvekirinên li Rojhilatê Kurdistanê, êrîşên li dijî civakê bi taybetî jinan ên li Duhok, Şengalê û gelemperiya Başûrê Kurdistanê û komkujiyên ku li Rojavayê Kurdistanê tên kirin, encama heman zîhniyeta komkujer e.

Komîteyê bi bîr xist ku polîtîkayên li dijî Kurdan tên meşandin herî zêde bandorê li jinan dikin û da zanîn, ku li nava civakê yên ku herî zêde dibin hedefa zext, şîdet û komkujiyê, jin in.

Her wiha işaret bi pirsgirêkên civaka Kurdistaniyên li Ewropayê hate kirin ku li gel zext û zora li gel polîtîkayên asîmîlasyonê, jiyana li koçberiyê van pirsgirêkan girantir dike.

Komîteya amadekar destnîşan kir ku ji ber nebûna yekîtiya Kurdan, zemîn ji êrîşan re tê amadekirin û diyar kir, êrîşên li dijî jinên azad, li dijî nasname, çand û hebûna Kurdên azad, ji ber sekna parçebûyî ya Kurdan e.

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku têkoşîn û berxwedana jinên Kurd a li dijî van êrîşan, li gelemperiya cîhanê hêviya ji bo afirandina jiyaneke azad û alternatîf xurt kiriye û têkoşîn jî gerdûnî kiriye.

Komîteyê da zanîn ku ji her demê bêhtir vê wextê pêwîstî bi yekîtiya neteweyî ya Kurdan heye û diyar kir ku êrîşên li dijî jin, ciwan û gel, bi feraset û perspektîfeke yekîtiya neteweyî dikarin bên şikandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd wê ne tenê ji bo Kurdan, he wiha ji bo hemû jinên li Kurdistanê dijîn zemînekê ava bike ku karibin li dora wê bibin yek û li ber xwe bidin.

Divê êrîşên komkujer û dagirker ên li ser Kurdistanê, her şêwe şîdeta li jinê tê kirin, zewicandina di emrekî biçûk de û bi zorê, pirsgirêkên ji ber berdêl û koçberiyê rû didin bi berfirehî werin nirxandin û bi bîr û baweriya yekîtiya neteweyî çareserî bên afirandin."

Komîteyê da xuyakirin ku di şêwra neteweyî ya jinên Kurd de divê biryar were girtin ku 3. Konferansa Jinên Kurd a Navneteweyî bê kirin û got, "Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd wê zemîna yekîtiya giştî ya Kurdan xurt bike. Her wiha ji bo avakirina yekîtiya bingeha rêxistinbûnî ya jinan, gelekî girîng e.

Ji ber vê yekê, weke jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn em ê 20-21'ê Gulanê şêwra xwe pêk bînin.

Nûnerên jin ên ji TJK-E, YNK, Goran, Komala, Yekgirtû û PDK'ê, jinên Yersanî û Feylî, Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), Kongreya Star, endamên komîsyona jinê ya KNK'ê, komeleyên jinên Kurdistanî, akademîsyen, parlamenter û kesayetên serbixwe wê tevlî Şêwra Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê bibin."