Şehîdên Parîs û Silopyayê li Sydneyê hatin bibîranîn

Jinên şoreşger ên li Parîs û Silopyayê hatibûn qeilkirin hatin bibîranîn.

Yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên li Parîs û Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên li Silopyayê hatibûn qetilkirin li bajarê Sydney ê Evusturalyayê hatin bibîranîn.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi rêya Skype tevlî bîranînê bû got: “Bi azadkirina Kurdistan, azadkirina jinê û îdealên civakê em ê bibin layîqî wan. Her kesek ji wan parçeyek girtiye û wê heta heta ebedî bikin.”

Hevseroka NCKD Gulê Roz jî axivî û got: “Ev komkujiya ku ji aliyê deweta Tirk ve hatiye kirin xwestine hêzên azadiya Kurd tine bikin.”

Hevseroka NCKF Îsmet  Taştan jî axivî û bal kişand ku ev qetlîam li ser fermana Erdogan pêk hatiye û got: “Ev qelîam bi Komploya 15’ê Sibatê ve girêdayî ye.”