Êzidî êdî rêxistinbûyî û xurt in
Şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) gotin, "Em li Reqayê ji bo hilanîna tola jinên Êzidî şer dikin."
Şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) gotin, "Em li Reqayê ji bo hilanîna tola jinên Êzidî şer dikin."
Çeteyên DAIŞ'ê ku bûn belayê serê mirovahiyê, sala 2014'an li Şengalê bi hezaran Êzidî kuştin. Tenê Tevgera Azadiyê ya Kurd li pêşberî komkujiyê bêdeng nema. Niha jî gelê Şengalê xwedî artêşekê ye, xwedî rêxistinbûnekê ye. Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ji bo hilanîna tola jinên Êzidî û hemû jinên bindest xwe bi rêxistin kir û bû hêviya jinên Êzidî.
Jinên Êzidî yên anîn Reqayê li vî bajarî hatin firotin. YJŞ jî li vê derê li dijî DAIŞ'ê şer dike.
Şervanên YJŞ'ê yên li Reqayê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, bi wesîleya salvegera Komkujiya Şengalê ji ANF'ê re axivîn.
'EM TOLA WAN HILTÎNIN'
Şervana YJŞ'ê Mîrkan Tilqeseb got, "Di rewşeke ku bi hezaran jin û zarokên Şengalî hatin kuştin û destavêtin li wan dihate kirin, nedibû ku ez bi dilrehetî bijîm. 3'ê Tebaxa 2014'an komkujî li gelê Şengalê hate kirin. Ez bi xwe jî di nava wê komkujiyê de bûm. Piştî ku ewqas jin û zarokên Êzidî hatin kuştin, min ji xwe re weke mafekî nedît ku bi dilrehetî bijîm. Em niha li Reqayê tola civaka Êzidî, tola jinên Êzidî hiltînin. Jiyaneke min a rehet hebû. Lê belê min ew maf bi xwe re nedît. Bifikirin, zarokên keç ên heft salî jî niha di destê çeteyan de ne û destavêtinê li wan dikin. Ji ber vê yekê, weke şervaneke YJŞ'ê min cihê xwe di nava Cenga Mezin de girt û di çeperan de ji bo hilanîna tola jinên Êzidî ez şer dikim."
JI NAVA LEPÊN DAIŞ'Ê REVIYA, NIHA JÎ LI DIJÎ DAIŞ'Ê ŞER DIKE
Şervana YJŞ'ê Hêza Şengal, ku di dema komkujiyê de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hate revandin, piştre ew anîn Reqayê û dûre ji nava lepên DAIŞ'ê reviya, destnîşan dike ku ew bi êşa jinên êsîr hatine girtin baş dizane, ji ber vê yekê wan baş fêhm dike û wiha axivî:
"3'ê Tebaxa 2014'an dema komkujî li Êzidiyan hate kirin, hingî hêza wan a ku wan biparêze tine bû. Civaka Êzidî bê rêxistin bû, bê perwerde bû. Ji ber vê yekê gelek komkujî li wan hate kirin. Baweriya Êzidiyan baweriyeke pîroz e. Û civaka Êzidî îro bi felsefeyeke pîroz perwerde dibe û xwe bi rêxistin dike.
Îro hê jî lİ Reqayê jinên Êzidî yên di destê DAIŞ'ê de êsîr in, hene. Ez jî yek ji van jinan bûm. Êşa min û ya wan yek e. Min jî li dijî DAIŞ'ê rahişt çekê. Û îro li Reqayê ji bo bibim bersiv ji wan jinan re, li dijî çeteyan şer dikim."
'HETA DILOPA DAWÎ YA XWÎNA XWE'
Şervana YJŞ'ê Warşîn Şengal jî got, "Ji bo hilanîna tola jinên Êzidî em li Reqayê şer dikin. Em li ser şopa Zîlanan, li ser şopa Bêrîtanan e. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê şer bikin. Me îro li Reqayê bi vîna xwe rahişt çekê û em li dijî DAIŞ'ê şer dikin."