Êrîşa li ser Şahîn li Dûîsbûrgê hate protestokirin

Êrîşa hevjînê berê ya Meryem Şahîn a li bajarê Hambûrg a Elmanyayê li Dûîsbûrgê hate protestokirin.

Hevjînê berê yê Meryem Şahîn, Kalender Erdogan ê ku berî 7 salan ji hev cuda bûbûn, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê êrîşî Şahîn kir. Ev êrîş ji aliyê jinan ve li Dûîsbûrgê hate protestokirin.

Endamên Meclîsa Jinan a Şehîd Aysel Yuksel a Dûîsbûrgê, SKB, Yenî Kadin û Dîe Lînke jî di nav de bi dehan saziyên jinan tevlîbûn saet 17:00’an çalakî li Averdûnkplatzê destpê kirin.

Çalakiya ku ji ber pandemiyê tenê 30 jin cihê xwe girtin, li ser navê Meclîsa Jinan a Şehîd Aysel Yuksel Naciye Rojîn axivî.

Rojîn got: “Li her deverê cîhanê ji ber şidedta civakî û takekesî bi milyonan jin ji welat, ol, ziman, milet û rengên cuda ziyanê dibînin û jiyana xwe ji dest didin.”

Rojîn li dijî şidet û bêmafiyê banga têkoşîna hevpar kir.

Çalakî bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi daw bû.